Li gor çavkanîyan, li bajarê Paweyê yê parêzgeha Kirmaşanê di şerekî de du endamên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê hatin kuştin.
Çavkanî dibêjin ku Duşemê êvarî şerek derket. Di vî şerî de herî kêm du pasdarên bi navê Xalid Xalîdînîya û Burhan Krîsanî hatin kuştin û du pasdarên bi navê Kamîl Şebreng û Kemal Ebdî jî birîndar bûn.
Komek bi navê "Xorî Hîwa" li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û berpirsyarîya vê êrîşê xist stûyê xwe.
Di wê daxuyanîyê de, "Xorî Hîwa" got ku kuştina Xalid Xalîdînîya wekî tolhildan e. Komê diyar kir ku vî kesî di dema “Şoreşa Jînayê” de dest hebûye di tepeserkirina xwepêşanderan de.
Pasdarên Şoreşa Îranê di daxuyanîyekê de kuştina herdu endamên xwe piştrast kir û navê wan wekî "endamên herêmî" anî ziman.
Ev bûyer piştî şer û pevçûnên dijwar ên li nêzîkî bajarê Baneyê tê. Li gor medyayên ser bi Pasdarên Şoreşê ve, di wan pevçûnan de herî kêm sê leşkerên wan hatin kuştin û pênc ên din jî birîndar bûn.
Piştî vê bûyerê, Îranê di rêya balyozê Îraqê yê li Tehranê re daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku li dijî hebûna komên Kurd ên li ser xaka xwe gavan bavêje.