Konseya Ewropayê îro Duşemê ragihand ku cezayên nû li ser du kesan û sazîyekê danî ku alîkarîya Îranê dikin da ku rê li ber keştîyan bigire. Li gor Konseya Ewropayê ev kar “li dijî qanûnên navneteweyî ye, ji ber ku mafê hemû keştîyan heye ku bi azadî di deryayan re derbas bibin.”
Yekîtîya Ewropayê (YE) ceza dan ser Hêza Deryayî ya Pasdaran a Îranê. Ev hêza Îranê dest danîye ser Tengava Hormûzê û ji keştîyan pereyan dixwaze. Ew keştîyan kontrol dikin, piştre biryarê didin ka dê bihêlin keştî derbas bibe yan na.
YE herwiha ceza da du kesên bi navên Mihemed Ekberzade û Hemîd Hisênî jî, ji ber ku van herdu kesan alîkarîya Îranê dikir da ku rê li ber keştîyan bigire û azadîya Tengava Hormuzê asteng bike.
Ekbarzade cîgirê fermandarê siyasî û berdevkê Hêza Deryayî ya Pasdaran e. Ev hêza Îranê rê li ber keştîyên bazirganîyê digire, êrîşî wan dike û pereyan ji wan dixwaze. Ekberzade bixwe jî hişyarîyê dide keştîyan û dibêje emê bi mûşek û dronan li we bixin.
Hisênî berpirsekî aborî û bazirganîyê yê Îranê ye. Ew piştgirîyê dide biryara Îranê û dibêje ku divê keştî belgeyên xwe bidin hikûmeta Îranê û ji bo derbasbûna ewle ya di Tengava Hormuzê re, pereyan bidin wan.
Bi van cezayên nû, YE dixwaze rê li ber zextên Îranê yên li ser keştîyên bazirganîyê bigire.