Wezareta Veguhastinê ya Îraqê îro Înê ragihand ku di çarçoveya vekişîna hêzên Amerîkî ji Îraqê de, esmanê rojavayê welêt li pêş geştên sivîl tê vekirin.
Di dema alozîyên girêdayî Daişê de di sala 2016’an de, esmanê rojavayê Îraqê li pêşberî geştên sivîl hat girtin û tenê ji bo çalakîyên serbazî veqetandin. Ev biryar bi taybetî ji bo êrîşên esmanî yên hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî Daişê hatibû girtin.
Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ragihand ku kontrola esmanê welat, ji başûrê rojava heta bakurê rojava, radestî karbidestên esmanî yên sivîl tê kirin. Ev biryar dê di destpêka meha bê de bi tevahî bê cîbicîkirin.
Tê çaverêkirin ku ev gav geştên sivîl ên li hundirê Îraqê hêsantir bike, ji ber ku qedexeyên li ser herêmên firînê kêm dibin.
Herwiha ev biryar dê bibe sedema zêdebûna dahatê ji bo Îraqê.
Di çarçoveya rêkeftina navbera Amerîka û Îraqê de, biryar e ku di dawîya vê mehê de hêzên Amerîkî ji Îraqê vekişin.