Sûrîyê Dibêje Wê Dest Danîye ser Çekên ku Diçûn ji Hizbullahê re

Dîmeneke sînorê Sûrîye û Îraqê.

Karbidestên Sûrîyê îro Pêncşemê ragihand ku wan hewldaneke derbaskirina çek û mûşekan ji Îraqê bo Sûrîyê rawestandine.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Sûrîyê (SANA), çavkanîyên ewlekarîyê ragihand ku ew çek ji bo koma çekdar Hizbullahê diçûn.

Rêveberîya Giştî ya Bender û Gumrikê ya Sûrîyê eşkere kir ku mûşek û dronên ku dixwestin derbasî Sûrîyê bikin, di nav tankereke petrolê de hatibûn veşartin. Ev tanker ber bi bajarê Banyasê ve diçû.

Rêya bajarê Banyasê, ji bo birina petrol û sotemenîyê di navbera Îraq û Sûrîyê de, bûye rêyeke girîng.

Serokê Amerîkayê Donald Trump vê dawîyê ragihand ku ew bi Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed El-Şerî re li ser şerê li dijî Hizbullahê axivîye.