Îsraîl Dê 5 Girtîyên Libnanî Azad Bike

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê ragihand ku Îsraîl dê pênc girtîyên Libnanî azad bike.

Ev kesên ku li başûrê Libnanê hatibûn girtin, diyar e ku ti peywendîya wan bi komên çekdar re nîne.

Ofîsê ragihand ku Îsraîl bi hikûmeta Libnanê re danûstandinan dike ji bo dîtina cenazeyên rêberên Cihû yên ku berî bi dehsalan hatine kuştin. Li beramber alîkarîya Libnanê, Îsraîl girtîyên Libnanî azad dike.

Îsraîlê yek ji wan her pênc girtîyan bi navê Malik Kemal Xazî , ku di Cotmeha 2025’an de hatibû girtin, azad kir.

Li gor ajansa Reuters, Xaça Sor ew li dergehê sînorî yê Naqourayê radestî karbidestên Libnanê kir.

Îsraîl û Libnanê di meha Hezîranê de li ser peymaneke çarçoveyî ya bi navbeynkarîya Amerîkayê îmze kir. Di vê peymanê de soz hatibûn dayîn ku ji bo azadkirina girtîyan û vegerandina cenazeyan hewildan werin kirin.