Eisenkot Hewl Dide Hikûmeta Nû ya Îsraîlê Ava Bike

Gadi Eisenkot ligel Serokê Îsraîlê Isaac Herzog.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku Serokê partîya Yashar a naverast Gadi Eisenkot dest bi gotûbêjên avakirina hikûmeta nû ya Îsraîlê kirîye.

Ev gav piştî wê yekê hat ku Serokê wî welatî, li gor encamên hilbijartinên parlemanê yên meha borî, erka avakirina hikûmetê da Eisenkot.

Medyaya Îsraîlê li ser navê partîya Yashar ragihand ku Eisenkot roja Duşemê bi Serokê partîya rastgir a Yisrael Beytenu, Avigdor Liberman re civîya ye.

Liberman piştgirîya Eisenkot dike da ku Serokwezîrê demkî Benjamin Netanyahu, ji ser desthilatdarîyê bixe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump neh rojan berî hilbijartina 27’ê Cotmehê ya Îsraîlê, li ser medyaya civakî piştgirîya xwe ji bo Netanyahu, ku Serokê partîya Likud a rastgir, diyar kiribû.

Trump di peyama xwe de nivîsandibû ku ew ji bilî Netanyahu ti kesî din qebûl nake. Wî gotibû ku her kesê din ji bo wî "rêberê şaş" e.

Trump Yekşemê ji rojnamevanan re diyar kir ku ew pêşbazîya di navbera Eisenkot û Netanyahu de ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îsraîlê dişopîne.

Wî herwiha got ku nêrînên siyasî yên dijberan "nêzîkî hev" in û pesna her duyan da ku di dema serokatîya wî de piştgirên "hêzdar" bûn.

Partîya Yashar di daxuyanîyekê de ragihand ku herdu alîyan bawerîya xwe ya tam diyar kirine ku dikarin hikûmeteke cîgir ava bikin ku çar salan bimîne.

Lê belê, di daxuyanîyê de nehat şirovekirin ka ewê çawa bikaribin hevpeymanîyeke mezin ji 61 kursîyan ava bikin, ji ber ku di Knesset de bi giştî 120 kursî hene. Lê partîyên wan û komên din ên çepgir û naverast, di hilbijartinan de tenê 48 kursî birine, loma ev hejmar ji bo avakirina hikûmetê têrê nake.

Serokê Îsraîlê Isaac Herzog, roja Yekşemê erka avakirina hikûmeta nû da Eisenkot. Herzog diyar kir ku piştî hevdîtinên ligel serokên hemû partîyan, gihiştîye wê biryarê ku Eisenkot ji bo vî karî kesê herî rast e.

Eisenkot ne tenê piştgirîya partîyên dijberî Netanyahu yên bi 48 kursîyan bi dest xist, lê belê du komên erebî yên xwedî 19 kursî jî piştgirî danê. Bi vî awayî, hejmara giştî ya kursîyên piştgirên Eisenkot gihîşt 67 kursîyan.

Eisenkot çar hefte wext heye ku hikûmetê ava bike û dikare du hefteyên din jî bixwaze. Eger ew bi ser nekeve, serok dê erk bide kesekî din. Eger ew jî bi ser nekeve, parleman sê hefteyan dem heye ku ji nav parlemanterên xwe kesekî hilbijêre. Eger lihevkirin çênebe, Îsraîl dê biçe hilbijartineke nû û Netanyahu dê wekî Serokwezîrê demkî di cihê xwe de bimîne.