Raport: Îsraîl û Hizbullah Li ser Agirbestê li Hev Kir

Ajansa Reuters li ser zarê karbidestekî payebilind ê Amerîkî îro Înê ragihand ku Îsraîl û Hizbullahê li ser agirbestekê li hev kirine.

Li gor karbidestê Amerîkî ev agirbest wê îro roja Înê destpê bike.

Li gor daxuyanîya karbidestê Amerîkî ku navê xwe eşkere nekir, Amerîka û Qeterê bi alîkarîya Îranê ev peyman amade kirine.

Herwiha hate ragihandin ku piştî pevçûnên îro di navbera Îsraîl û Hizbullah de, herdu alî niha di rewşa agirbestê de ne.

Hikûmeta Îsraîlê ti daxuyanîyeke fermî derbarê vê nûçeyê nedaye, lê berdevkekî artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên Îsraîlê li Libnanê azadî heye ku çalakîyan li dijî metirsîyan bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wexteke zûtir îro Înê gotibû ku artêşa welatê wî dê êrîşên li ser leşker û axa Îsraîlê qebûl neke.