Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Duşemê ragihand ku wan du endamên Hemasê li herêma Xezayê kuştine.
IDF'ê li ser platforma X'ê ragihand ku wan li bakurê Xezayê du berpirsên Hemasê kuştin. Yek ji wan Ehmed Mûnîr Xelîl Zaza ye ku berpirsê endazyarîyê yê tabûra Cibalî ya Rojava bû. Yê din jî Hesîn Sefdî ye ku fermandarê sekvanan bû li Xezayê.
Di daxuyanîyê de, IDF'ê diyar kir ku Zaza çek çêdikirin û belavî komên çekdar dikirin. Herwiha ew berpirsê çêkirina teqemenîyan û bombekirina xanîyan bû.
Li gor IDF'ê, di van demên dawî de, Zaza hewl da ku nêzîkî sînorê leşkerî yê parastî yê di navbera Îsraîl û Xezayê de bombeyan bi cih bike da ku zirarê bide leşkerên Îsraîlê.
IDF'ê herwiha got ku Sefdî di dema şer de berpirsê herî mezin ê sekvanan bû li Xezayê. IDF'ê got ku di van demên dawî de, Sefdî peymana agirbestê binpê kir, hewl da ku endamên çekdar perwerde bike û êrîşên nû yên sekvanan li dijî leşkerên Îsraîlê amade bike.