Libnan û Îsraîl dê li Îtalyayê Bicivin

Karbidestekî Libnanî îro Çarşemê ji ajansa Reutersê re ragihand ku Libnan û Îsraîl dê ji bo danûstandinan di 4'ê Tebaxê de li Îtalyayê bicivin . Ev danûstandin bi navbeynkarîya Amerîkayê tên kirin.

Ev civîn di demekê de tê ku Îsraîl û Libnan dest bi pêkanîna peymana ewlekarîyê ya ji bo rawestandina şerê li ser sînor dikin.

Li gor peymanê, leşkerên Îsraîlê dê ji başûrê Libnanê vekişin û artêşa Libnanê dê li şûna wan li ser sînor bicih bibe da ku ewlekarîyê biparêze.

Leşkerên Îsraîlê vê heftîyê ji bajaroka Zewter el Xerbîyeh a li başûrê Libnanê vekişîyan û artêşa Libnanê dest bi bicihbûna li wir kir.

Doh Sêşemê, Serokê Libnanê Joseph Aoun li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civîya. Di civînê de, ew li ser vekişîna leşkerên Îsraîlê, bihêzkirina artêşa Libnanê û anîna aştîyê ji bo herêmê axivîn, ku Trump soz da ku ew ê alîkarîya Libnanê bike.