Îsraîl Hîn Tedbîrên Dijî Korona Sist Dike

Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku hin sînordakirinên çarçoveya tedîbrên pêşîgir yên korona hatine sist kirin.

Hikûmeta Îsraîlî biryar da ku navendên lênerîna zarokan û fêrgehên jibo zarokên pêşdibistanê jinpve werin vekirin û hîn firoşgeh û karsazî jî bikaribin karên xwe bidomînin.

Hikûmetê herwiha biryar da ku qedexeya liv û tevgerê ya 1,000 metre betal bike û li ber e ew hemî roja Yekşemê têkevin jîyanê.

Îsraîlê, piştî bilindbûna hejmara pêketinên vîrusa korona, di 18ê Îlonê de jibo cara duyê derneketina ji malê ya seranser welêt ragihandibû û xwendingeh, xwaringeh, otel û hemî dîkanan daxistibûn.