Şaredarîya Îstenbul'ê Cih Dide Şanogerîyek Kurdî

Şanoya Berû ku lîstikek bi Kurdî ye li Şaredariya Stenbûl tê pêşkeş kirin

Jiber pandemîya COVID-19 şanoyên taybet yên Tirkîyê di rojên teng ra derbaz dibin. Jiber vê yekê jî Şanoyên Bajêr ên Şaredarîya Bajarê Mezin a Îstenbul'ê jibo piştgirîyê di bernameyên xwe de cîh dide lîstikên şanoyên taybet jî.

Yek ji van jî listîka bi navê "Berû" ya Teatra Jîyana Nû ye. Berû lîstikek Kurdî ye û cara yekê ye ku lîstikek Kurdî di bin banê şaredarîya Îstenbul'ê de tê lîstin. Ev lîstik 13'ê meha Cohtmeh'ê wê li Gazîosmanpaşa'ya Îstenbul'ê were lîstin.

Vê jî bixwîne: Berri Shemdin: Şano bi Azadîya Civatê ve Girêdayî Ye
Vê jî bixwîne: NÇM li Stenbolê Derbazî Cîhê Xwe yê Nû Bû
Vê jî bixwîne: Jinên Efrînî li Xerîbîyê Hefteyeke Çandî Pêk Anîn

Lîstika Darîo Fo ya bi navê "Bêrû" ku ji alîyê Dîlawer Zeraq ve jibo Kurdî hatiye wergerandin. Ev lîstik bi derhênerîya Nazmî Karaman û bi lîstikvanîya Rugeş Kirici, Omer Şahîn, Rewşan Apaydin û Cîhat Ekîncî ve tê lîstin.

Şanoger Omer Şahîn biryara Şaredarîya Îstenbul'ê ku di destê Partîya Gel a Komarî (CHP) de ye erênî dibîne û dibêje ku, "Berîya niha jî şaredarîyên CHP’ê jibo listîkan cîh didan Teatra Jîyana Nû"

"Şanoyên Bajar yên Şaredarîya Îstenbul’ê ev cara yekê ye cîh dide lîstikeke Kurdî û ev jî jibo şanoyên taybet wek piştgirî bi daxuyanîyekê destnîşan kiribûn. Me jî serlêdan kir û listîka "Berû" hat qebul kirin û di bernameyê de cîh digire."

Teatra Jîyana Nû di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) de xebatên şanoyê bi rê ve dibe. Herwiha Teatra Jîyana Nû ev 29 sal in xebatên şanoya Kurdî dikin.

Hêjayî gotinê ye ku di dîroka Şanoyên Bajêr ya 106 salî de cara yekê ye ku lîstikeke Kurdî dê were lîstin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Stenbûlê 27 09 2020