Şêwekar Şêrwan Yûsif: Huner Êşa Penaberiya Min Dide Ber Çavan

Hunermend Şêrwan Yûsif li gundê Mixêt ya girêdayî bajarê Dêrikê ye.

Xwendina xwe ya seretayî li bajarokê Rimêlanê qedand .

Destpêka wî ya hunerî di salên xwendina navîn de diyar bû, ku wî wêneyên heval û dostên xwe çêdikir.

Li Dîmeşqa paytext , Şêrwan têkilyên xwe bi hunermendên kurd re danî û hino hino xwe fêrî teknîk û şêwazên hunerî kir.

Yekem pêşangeh bo Şêrwan li Beyrûtê bû di nav girûpekî hunermendên kurd de bû , û ew pêşangeh bû sedemek serekî ku ew xwe bide pêş û hêza xwe bide hunerê.

Di sala 2012'an de, koçberî herêma kurdanê bû û li kampa Domîz ya penabran bû mamoste û li wir girûpekî hunerî damezrand bi navê (Hunermendên Rojava), bi dehan pêşangeh vekirin û çalkiyên hunerî li darxistin.

Di sala 2015'an li bajarê Boxum li Amaniya bi cî bû û nuha li wir dijî.

Bi alîkariya hunermendê Almanî Rob Leuchtenberger, Şêrwan karîbû beşdarî pêşnegha komî ya li navneda çand û hunerê ya bajarê Hêrne bibe.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Sêrwan Yûsif-8-5-2019-LA

Beşek ji berhemên hunermend Şêrwan Yûsif