25 sal piştî êrîşên 11'ê Septembera 2001'ê, Amerîkî qurbanîyan û ew rojên ku welat guherand bi bîr tinîn. Muzexaneya Neteweyî ya Dîroka Amerîkayê ya Smithsonian ji bo vê bîranînê hin tiştên ji wê rojê nîşanî gel dide, da ku her kes ji nêz ve li vê dîroka girîng binêre.
Doh Yekşemê pêşbirkeke otomobîlan a yekem Grand Prix-a IndyCar Freedom 250 li kolanên Washingtonê bi rê ve çû. Bîta Meşayexî li wir bû û ev raport amade kir.
Şerkerê Kurd ê navdar Namo Fazil li bajarê Las Vegasê yê Wîlayeta Nivadayê tevlî pêşbazîyeke navdar bû û herçendî ew di pêşbirka dawî de bi ser neket jî, hezkerên wî yên Kurd dibêjin ew her dimîne qehremanê wan. Raporta Bîta Meşayexî bêhtir zanyarî hene.
Hevkarîya di navbera efserên polîs û civakên Amerîkî de di şevekê de tê pîrozkirin ku bi navê Şevderîya Niştimanî tê naskirin. Di vê şevê de gelek bername û çalakî têne lidarxistin. Raporta Bîta Meşayixî agahîyên bêhtir hene.
Di demkê de ku gelek xwendekarên zanîngehê li Amerîkayê sûdê ji bernameyên hikûmî werdigirin, lê ew pir caran têra lêçûnên wan nakin û ew neçar dibin ku di werza havînê de demjimêrên zêdetir kar bikin. Raporta Bîta Meşayixî ronî dide ser vê mijarê.
Li peravên başûrê Kroatya, deh sal lêkolînên bin avê rê li ber arkeologan vekirin ku zêdetirî 600 gram zêr yê ji serdema Împaratorîya Bîzantî (Bîzans) ê bibînin.
"Destpêşxerîya Çar Deryayan" wekî projeyeke stratejîk ji bo ku bibe alternatîva Tengava Hormuzê li Washingtonê hate ragihandin. Armanca vê projeyê ew e ku çar derya bihev ve girêbide, bi rêya korîdoreke tranzîtê û borîyên enerjîyê yên ku di nav Sûrîye û Tirkiyê re derbas dibin.