Bilindbûna buhayê sotemenîyê li Sûrîyê bi giştî û li herêmên Kurdî bi awayekî taybet, hiştîye ku xelk darên daristanan bibirin û qadên kesk ên herêmê rûbirûyî metirsîyeke mezin bên. Raporta Delîl Silêman zanyarîyên bêhtir hene.
Li navenda Pîşesazîya Qamişlo, malbata Mesûd Mihemed ê 71 salî ku ev 60 sal in di pîşeya hesinkarîyê de ye, ligel kur û nevîyên xwe vê pîşeya kevneşopî diparêzin.
Çavdêr û rojnamevan dibêjin di torên medya civakî de li Sûriyê bi giştî gotara nefretê zêde bûye û dibe metirsiyek cidî li ser aştîya civakî. Li Amûdê hin kes nêrîna xwe ya ser vê mijarê parve dikin.
Ji ber hişksalîya ku di salên dawî de li Rojava peyda bûye, diyardeya koçberîya navxweyî hatiye holê. Gelek gundî dibêjin kêmbûna derfetên çandîyê hiştîye ku ew ber bi bajaran ve koç bikin.
Gelek malbatên Kurdên Sûrîyê hêvî dikin ku destên wan û endamên wan ên li Ewropayê bigihin hev, lê pîvanên tund ên vîzayê û dirêjbûna dema proseya hevgihîştinê, ew di nav û rewşeke nediyar de bêhêvî hîştine. Raporta Delîl Silêman ronî dide ser vê mijarê.
Dûrketina ciwanên kurd ji xebata siyasî û bê hêvî bûna wan ji partiyên siyasî yên li Rojava di salên dawî de, bûye mijarek giring, çavdêr û xelkê herêmê vê yekê vedigerînin bo çendîn sedeman. Raporta Delîl Silêman ji Amûdê behsa mijarê dike.
Gelek ciwanên Kurd li herêmên Kurdên Sûrîyê dixwazin bi şêweyên cuda xizmeta civakên xwe bikin û hewil didin bi rêya medya civakî bala xelkê bikişînin ser mijarên ku ew tê de şareza ne. Delîl Silêman bi çend ciwanan re axivî û raportek amade kir.
Di werza havînê de û bi bilindbûna pileyên germê re, çemê ku çavkanîya jiyanê bû li bajarokê Tirbespîyê, îro bûye metirsîyeke mezin li ser jiyana welatîyan ji ber avêtina gilêş û çopê li nava çem. Raporta Delîl Silêman bêhtir agahî hene.
Parastina navend û cihên Êzdîyan li Rojava di van salên dawî de bûye pêwîstekê ji bo piranîya endamên civaka Êzdî. Ew li Sûrîyê dixwazin ku mafên wan di destûra welêt de werin parastin. Raporta Delîl Silêman bêhtir zanyarî hene.