Bajarvanîya Kerkukê ji ber karîgerîya raporteke Dengê Amerîkayê, karkirina zarokan di nava gilêş û ciyên ne tendirûst de rawestand. Raporta Diyar Cemal bêtir agahîyan dide.
Her çend piştî sala 2005an Hewîce wekî cihê herî xeternak ê jiyanê li Iraqê dihat binavkirin jî, niha li gorî rayedar û welatiyan bûye yek ji deverên herî aram ên jiyanê, parêzgarê bajarokê destnîşan dike ku ev aramî di encama welatiyan de hatiye bidestxistin.
Wekî her car, hejmareke mezin ji hunermendên karên destî, li Kerkukê rojane ji ax û ava bajarê xwe tenûrên teqnê (heriy)ê çêdikin û dişînin deverên cuda yên Îraq û Ewrupayê.
Tevî ku Kerkuk yek ji herêmên herî dewlemend ên Îraqê ye ji hêla çavkanîyên petrolê ve, lê her roj bi dehan zarok li ser daxwaza xizmên xwe di jîngeheke nexweş û qirêj de mijûlî berhevkirina karton, qûtî û madeyên plastîkî dibin. Diyar Cemal bêhtir agahî hene.
Piştî kêmbûna perwerdehiya Kurdî di salên dawî de ji ber bêaramîyê li tevahiya deverên nakokbar yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, niha helmetek berfireh hatiye destpêkirin da ku zareokên Kurd bi zimanê Kurdî bixwînin.
Bajarokê Xaneqîn yê li parêzgeha Diyalayê çend roj in di nav aloziyê de ye, dema ku welatiyan û partiyên siyasî hewl dan xwepêşandanek aştiyane li dijî erebkirina wî bajarê Kurdan li herêmê encam bidin, hêzên Îraqî rê li ber xwepêşandanê girtin û du kes girtin.
Piştî ku di mehên dawî de Mihemed Sam'an ji pêkhateya Tirkmenan posta parêzgarê Kerkukê wergirt, ji wê demê ve tevger û helwestên parêzgar ên derbarê bajêr de bûne mijara rexne û gotûbêjan di nava rûniştvanên Kerkukê de. Raporta Diyar Cemal zêdetir ronî dide ser mijarê.
Li Îraqê, dema nakokiyên siyasî derdikevin holê, yekem bajarê ku bedela nakokiyan dide parêzgeha Kerkûkê ye, welatî û rayedar dibêjin van nakokiyan bandorek neyînî li ser ewlehî, aramiya aborî û xizmetguzariyan heye.
Serokatîya Amerîka û Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku ewê fişraên dijawr û tundtir danin ser Îranê û ew welat û alîyên bi Îranê re bazirganîyê dikin. Ev biryara Amerîkayê rasterast dê bandorê li Herêma Kurdsitanê bik. Diyar Cema ji Hewlêr sedeman zelal dike.
Rûniştvanekî navçeya Erbet a parêzgeha Silêmanîyê ji ber qelewbûnê û nexweşîyên cûrbicûr di rewşeke tenduristîya nebaş re derbas dibe û rewşa darayî ya xerab rê li ber çareserîyan girtiye. Raporta Diyar Cemal ronî dide ser çîroka wî.
Li navenda taxê Eynkawe yê li Hewlêr festîvalek tirî hate lidarxistin ku tê de 52 cûreyên cûda yên tirî hatin pêşandan. Raporta Diyar Cemal qala serbora serkeftî ya cotkarên krîstîyan dike.
Festîvala Deşta Hewlêrê bi amadebûna hejmareke mezin ji gundî û welatiyên bajêr hate lidarxistin. Di festîvalê de gelek çalakîyên kevneşopî yên weke hespsiwarî, Xwarinên Kurdî û karên destî yên jinan hatin pêşkeşkirin.
Piştî ku êrîşên dronan bo ser Pîrmam ku ofîsên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokê Dezgeha parastinê lê dimînin, reaksyonên cuda derketin holê. Diyar Cemal ji Hewlêrê pêzanînên nû radigihîne.
Tevgera Îslamî ya siyasî li Herêma Kurdistanê di paşveçûn û bêbawrîya gel de ye, ji ber vê yekê ew nekarîne xizmeta doza Kurdî bikin û li gorî analîstên siyasî, nebûna zelaliyê di bernameyên wan de sedema windakirina dengê gel e.
Ligel nêzîkbûna vekişîna tevahî ya hêzên hevpeymaniya navneteweyî, Îraq ji bo qonaxeke nû xwe amade dike. Nîgeranî heye ku rewşa ewlehîyê li Îraqê were guhertin. Raporta Diyar Cemal vê mijarê ronî dike.
Navenda Metro ji bo Parastina Rojnamevanan li Herêma Kurdistana Îraqê, dengên cuda di panelekê de li Hewlêra paytex kom kirin ji bo gotûbêjkirina şêwazên ku tê de medyaya Kurdî di dema pevçûnên navxweyî de bi awayekî profesyonel û bêalî bixebitin. Raporta Diyar Cemal agahîyên bêhtir hene.
Her çiqas hejîrên herêma Teq Teq a Herêma Kurdistanê bi nav û bang in jî, lê berê destpêkê yê darhejîran rastî nexweşîyerkê hatîye û cotkar dibêjin zirareke mezin gihaye wan.
Li bajarê Mûsil ku di dema Daişê de bi temamî hatbû wêrankirin, niha xelk vedigerin ser kar û pîşeyên xwe yên berê. Dikaneke biçûk li navenda bajêr niha weke bazara herî mezin a firotina masîyan tê naskirin û qayîkên girtina masîyan jî li heman navendê tên çêkirin..
Serokwezîrê Îraqî Elî Falih El-Zeydî rastî astengîyên mezin tê ji bo ku bikare sozên derbarê bêçekirina grûpên çekdar yên alîgirên Îranê dayî bicî bîne. Di vê raportê de Çavdêrên Sisayî derbarê mijarê nêrînên xwe parve dikin.
Hêzên Amerîkayê û Erebistana Siûdîyê êrîşên esmanî li dijî bingehên grûpên çekdar yên Îraqî ku girîdayî Îranê ne pêkanîn. Êrîş li 7 Parîzêgehên Îraqê pêkahatin û heta niha 20 kes hatine kuştin. Diyar Cemal pêzanînên zêdetir dide.
Pirtir bar ke