Li bajarê Qamişlo, ku her sal di mehên Payîzê de dibû navenda çalakiya mezin a çandî ya Pêşangeha Herekol a Pirtûkan, îsal metirsiya rawestana wê pêşangehê heye. Li Qamîşlo helmetek ji bo berdewamîya Pêşnagehê hatîye destpêkirin.
Li herêma Cizîra Rojava, ji ber nebûna piştgirîya hikûmetê, buhabûna mazot û xercên avdanê, û her wiha bazarên xirab, rûbera çandinîya pembo ji zêdetirî 250 hezar hektarî daketiye astên pir nizim. Raporta Emced Kurd bêhtir agahî hene.
Rêxistinên Êzîdîyan li Rojava dibêjin ew hewlên xwe didin ji bo rizgarkirina bi sedan Êzîdîyên revandî ku tê bawerkirin di kampên jêr destê hikûmeta demkî ya Sûrîyê de ne.
Dergehê Sînorî yê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de ku ji sala 2011an ve girtîye, amadekarî tên kirin da ku ew dergeh jinûve ve were vekirin û tevgera bazirganî li herêmê xurt bibe.
Tîma Dengê Amerîka bo cara yekê derbasî nav Lîwaya Hesekê ya Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê bû. Li wir fermandar û leşkerên Kurd behsa perwerdeya xwe di vê qonaxa nû ya piştî entegrasyonê de dikin.
Vekişîna hêzên Amerîkî ji Îraqê li nav Rojava bi fikareke mezin tê şopandin. dê Alîyên siyasî dibêjin ka ewê ev gav çi bandorê li ewlehîya sînoran, zindîbûna mîlîşyayên Îranî û siberoja têkilîyan ligel Herêma Kurdistanê bike.
Piştî bûyerên dawî û valabûna Kampa Holê, çav niha li ser Kampa Roj a gundewarê Dêrikê ne, ku di nava konên wê de tundrewî ber bi zêdebûnê ve diçe û zarok di nava ramanên cîhadî de mezin dibin. Raporta Emced Kurdo agahîyên bêhtir hene.
Di pêşketineke nû de, xwedîyên resen ên zevîyên çandinîyê li hinek gundên Rojava yên ku di bin navê "Kembera Erebî" de hatibûn desteserkirin, protestoyên xwe derbarê rewşa van zevîyan nîşan dan. Cotkar û xwedîyên zevîyan bang li hikûmeta Sûrîyê dikin ku vê pirsê çareser bike.
Ji ber şer û aloziyên demên borî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piranî ya saziyên navnetewî ku alîkarîya xelkê herêmê dikir derketine û niha saziyên li herêmê rastî qeyranana kêm dermanî û pêşkeşkirina alîkarîyaên mirovî hatine. Pêwîstîya Malbatan jî bi alîkarîyan zêde dibe.
Di navbera helwestên xwepêşandanên li ber dergehê Neteweyên Yekbûyî li Qamişlo û guftûgoyên paşîn ên Parlamena Gel li Şamê, dosyaya perwerdeya bi zimanê Kurdî derbasî qonaxeke nû kiriye. Kurdên Rojava ji sînordakirina perwerdeya bi zimanê Kurdî nerazîne.
Îro Yekşemê li ser riya M4 di navbera Qamişlo û Tiltemrê de, li bakur rojhilatê Sûrîyê erebeyeke hêzên ewlehîyê hat êrîşkirin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Li kolanên Qamişlo, pirsa siberoja YPJ'ê û tevlêbûna wan a sazîyên dewletê bûye cihê guftûgoyan. Di dema ku welatî rola wan di parastina herêmê de bilind dinirxînin, nîqaşên li ser veguhestina wan bo nava Wezareta Navxweyî dibin. Raporta Emced Kurdo bêhtir agahî hene.
Ji ajotina taksîyan ta girtina rêyên navdewletî, biryara bilindkirina buhayê sotemenîyê bi rêjeya 35% li Sûrîyê barê jiyana rojane ya welatîyan giran kiriye û hêrsa gel li hember buhayên nû her ku diçe zêdetir dibe. Raporta Emced Kurdo agahîyên bêhtir hene.
Di nava dîwarên çol û vala yên gundên Êzdîyan de li herêma Cizîrê, bêdengiyeke kûr cihê dengê aheng û civatên berê girtiye. Zêdetirî 50 gund ku berê tije jiyan bûn, îro piranî bi temamî vala bûne û tenê çend malbat di nav de mane. Raporta Emced Kurdo bêhtir agahî hene.
Şervanekî Kurd bi navî Sîpan ku tevlî artêşa Sûriyê bûbû ji alîyê hin kesan ve hat revandin û paşî dîmenên kuştina wî di medya civakî de hatin dîtin. Ev yek bûye sedema nerazîbûna Kurdên Rojava.
Bi destpêkirina sala xwendinê li Rojava nerazîbûnên li hember sînordarkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî zêde dibin û xwendekar dixwazin bi temamî bi zimanê Kurdî bixwînin.
Di navbera dilgiraniya ji ber bûyerên karwanê yekem û hêviya vegera piştî heft salan ji koçberiyê, Karwanê duwem ê derbiderên Serê Kanîyê kon û çadirên Koçberîyê şkandin û daxirtin û berê xwe dan warê bav û kalan.
Nivîskar Ebdulmesîh Qeryaqos serbor û bîranînên xwe, ji gundên ser sînor ên Dêrikê ta zindanên tarî yên Şamê vedibêje. Ew xwedîyê sê pirtûkan e û temenê xwe ji bo parastina nirxên mirovahîyê û biratîya pêkhateyan terxan kiriye. Emced Kurdo ronî dide ser çîroka wî.
Ciwanên Kurd di Koma Arî de li Qamişlo hewl didin kevneşopiyên folklora Kurdî biparêzin.
Pirtir bar ke