Li bajarê Qamişlo yê Rojava, welatî bi çoşeke germ li lîstikên Cama Cîhanê temaşe dikin. Ew dibêjin ev pêşbirka werzîşê bînvedanek e dûrî zehmetî û dijwarîyên jiyana rojane.
Zêdetirî çar mehan di ser îmzekirina peymana 29'ê Çileyê re di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Sûrîyê re derbas bûne, lê hîn gelek alozî û astengî li pêş prosesa entegrasyonê hene.
Li gundewarê bajarokê Til Temirê û derdora wê pêleke berfireh a şewata zevîyên çandinîyê derketiye. Di encamê de bi sedan donim ji berhemên genim û ceh bûne xwelî.
Di Roja Cîhanî ya Dijî Karkirina Zarokan de (12'ê Hezîranê), amarên li Sûrîyê pirsgirêkeke kûr a windabûna zarokatîyê nîşan didin. Tevî ku zagonên navxweyî û peymanên navnetewî karkirina zarokan bi tundî qedexe dikin, lê hejarî û mercên şer zêdetirî 2.5 milyon zarok neçarî bazara kar kirine.
Karwanê dawî ya derbiderên Efrînê, ku ji 1600 malbatî pêk tê, îro Çarşemê vegerîya herêma Efrînê. Ev vegera girseyî yek ji encamên pêvajoya nû ya siyasî li Rojava di çarçoveya rêkeftina di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Sûrîyê de tê dîtin.
Îro 3'ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Biskilêtan e. Li Qamişlo, keçên Kurd dixwazin bi rîya ajotina biskilêt hinek astengîyên civakî di warê azadîyên kesayetî de bişikînin.
Vekirina Tirkîyê deriyên bendavên xwe bêyî agahdarkirineke pêşwext, rewşeke tengav a mirovî li parêzgehên Reqa û Dêrezorê çêkir û bilindbûnna tavilê yê Çemê Firatê bû sedema mirina pênc zarokan.
Ligel nêzîkbûna Cejna Qurbanê, bazarên Qamişlo bi reng û şêranîyên cejnê hatine xemilandin, lê tevgera kirîn û firotinê li gor salên borî lawaz e. Bilindbûna buhayên kel û pelan û guhertinên dawî yên sîstema gumrikê hêza kirînê ya welatîyan kêm kiriye û firoşkarên sewalan û şêranîyê xembar hiştine.
Li Hesekê 88 endamên HSD’ê yên dîlgirtî ji hêla hikûmeta Sûrîya demkî ve hatin berdan. Tê zanîn ku ev piroseya 6an a berdana dîlgirtiyan bû, û li gorî parêzgarê Hesekê sibe dê piroseya 7an were bicîkirin.
Li parêzgeha Hesekê hilbijartinên Encûmena Gel a Sûrîyê hatin lidarxistin. Di demekê de ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) beşdar bû, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û bîst û çar partiyên din ew baykot kirin.
Li Rojava 24 partîyên siyasî yên Kurd bi daxuyanîyeke hevbeş dabeşkirina kursîyên parlemana Sûrîyê şermezar kir û wekî 'bidarvekirina siyasî' binav kir. PYD dibêje eger rewş wiha be ewê hilbijartinan boykot bikin, lê ENKSê helwesteke din heye.
Tîma Volîbolê ya bajarê Amûdê bo cara yekê di 22 salan de li bajarê Qamişloyê mêvandarîya tîmekê ji Şamê kir. Ji sala 2004'an ve qedexe li ser tîmên bajarên Rojava hebû ku li ser axa xwe mêvandarîya tîmên bajarên din ên Sûrîyê bikin. Bi guhertinên siyasî li Sûrîyê, ev qedexe hate rakirin.
Piştî daxistina tabloyeka bi Kurdî û Erebî û hildana yeka bi Erebî û Îngilîzî li bajarê Hesekê, çalakvan û partîyên Kurdên Sûrîyê helwestên xwe li dor pêwîstîya parastina zimanê Kurdî li Sûrîyê derdibirin.
Hejmareke êl û êrîşên Kurd û Ereb li gundekî nêzîkî bajarê Amûdê kom bûn bi mebesta tekezkirina li aştîya sivîl û pêkvejiyanê, bi taybet piştî girjî û alozîyên vê dawîyê li deverê.
Ev bûye bêtirî salekê ku biryara şandeke Kurdên Rojava ya hevbeş hatiye standin. Damezrandina wê şandê yek ji biryarên Konferansa Yekrêzîya Kurdî li Nîsana 2025'an, bi mebesta danûstandinên ligel hikûmeta demkî ya Sûrîyê. Lê çima heta niha ev yek pêk nehatiye?
Patrayarkê Suryanên Ortodoks li Cîhanê Îgnatyus Eframê Duwem serdana bajarê Qamişlo kir. Ji wir wî banga pêkvejiyan û toleransê di nav hemû pêkhateyan de kir.
Ligel axaftinên derbarê guhertina navên hin dibistanan û pêşniyarên ku zimanê Kurdî wek derseke hilbijartî li Sûrîyê were dayîn, xwendekar, mamoste û civaka Kurd bi giştî daxwaza pejirandina Kurdî wekî zimanekî fermî dikin.
Di nav kurdan de bi giştî û di nav kurdên Rojava de bi taybetî malbata Bedirxanîyan rolek taybet ê pêşengîya rojnamegerîya kurdî heye, li pey wan niha bi sedan rojnamevanên jin jî ketine di qada rojnamevaniyê de û rolek çalak heye.
Şandeke hikûmeta Sûriyê ya veguhêz bi serperiştîya Dadwerê Giştî yê Sûrîyê û berdevkê tîmê serokatiyê yê berpirs ji cîbicîkirina peymanên di navbera hikûmetê û Hêzên Sûrîya Demokrat de, serdana Hesekê û Qamişlo kir.
Di demekê de ku prosesa entegrasyonê di navebra Hêzên Sûrîya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Sûrîyê de berdewam dike, welatîyên Rojava hêvî dikin ev pêvajo aştîyeke mayinde bi xwe re bîne.
Pirtir bar ke