Piştî ku Serokê Şaredarîya mezin a Stenbolê Mansur Yavaş ji partîya CHPê serdana Serokomarê Tirkîyê R. T. Erdogan kir, ev yek bo ciyê pirs û nîqaşn li Tirkîyê. Eyyûp Demîr ji Stenbolê û agahîyên li ser mijarê.
Li Şaredarîya Stenbolê piştî zimanê Tirkî, Îngilizî û Erebî bi Kurdî jî dest bi xizmetê kirin. Rêveberê Şaredarîyê Cebbar Bariş, çîroka derbarê vê xizmetê ji Dengê Amerîkayê re behs kir.
Eyyûp Demîr derbarê serbest berdana Şaredarê berê yê Amedê Serçûk Mizraklî diaxive.
Herçendî qanûna çarçoveyî li Tirkîyê rêyek ji bo çareserîyeke sîyasî vekirîye, lê hîn tiştekî berbiçav li ser erdê nehatiye pêkanîn û hin Kurdên Tirkîyê dibêjin ewê hêvîyeke mezin ji vê pêvajoyê nekin, eger hikûmet gavên berbiçav neavêje. Raporta Eyyûp Demîr bêhtir agahî hene.
Li Tirkîyê Qanûna Çarçoveyî di qonaxên cuda de derbas dibe, Eyyûp Demîr ji Stenbolê qala hin qonax û daxuyaniyên nû yên derbarê qanûnê de dike.
Di derbarê derbasbûna Qanûna Çarçoveyî de li Tirkîyê, Kurdên wî welatî dibêjin ku ew dixwazin li herêmên wan aştîyeke mayînde û bi rûmet pêk were. Raporta Eyyûp Demîr ronî dide ser vê mijarê.
Di 20 salên dawî de weberhênanên biyanî li Tirkîyê kêm bûne. Pispor sedema vê yekê bi rewşa sîyasî û xirabûna aborîyê ve girê didin.
Piştî êrîşa Îsraîlê ya ser bingeheke hêzên esmanî li bakurê Sûriyê, girjîyên di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de zêde bûne. Eyyûp Demîr ji Stenbolê, ser wê mijarê pêzanînên zêdetir radigihîne
Hunermendê Kurd Orhan Onuk di pêşengeheke şêwekarîyê de li Stenbolê bi firçe û behreya xwe bala serdaneran dikişîne. Onuk dibêje ku ew xeyalên xwe yên welêt bi wêneyan ji nû ve vedijîne. Raporta Eyyûp Demîr ronî dide ser vê pêşangehê.
Qanûna Çarçoveyî di rojnama resmî de hate weşandin, ji vir û pêda piştî lêkolînê dê raportek were amadekirin û pêşkêşî Lijneya Ewlekarîya Netewî were kirin. Hiqûqnas biryardayîna Lijneya Ewlekarîya Netewî hiqşqî nabînin.
Piştî ku qanûna çarçoveyî ku ev demeke di rojeva Tirkîyê de ye di rojnameya fermî ya dewletê de hat weşandin, niha çav li ser pêkanîna wê qanûnê ye. Eyyûp Demîr ji Stenbolê agahîyên zêdetir dide.
Serokomarê Tirkîyê di hevpeyvînekê ya bi kanala 'Al-Jazeera' re got ku ew bi Kurdên li herêmê dijîn re têkilîyên xwe xurt bikin û alîkarîya wan bikin. Eyyûp Demîr ji Stenbolê zêdetir ser daxuyanîyên Erdogan diaxive.
Bi hezaran girtîyên siyasî niha di zindanên Tirkîyê de ne, ku yek ji wan jî Siyasetmedarê Kurd yê naskirî Selahattîn Demîrtaş e. Pirsa sereke ewe ku gelo Qanûna Çarçoveyî wê li pêşîya derketina Demîrtaş rê veke an na?
Li Tirkîyê gelek avahîyên dîrokî yên mesîhîyan pedivî bi linêrîn û çavdêrîyê ne, lê ew hatine mandila kirin û li ber rûxan û hilweşînê ne. Yek ji wan dêra ku weke “Sêwîxaneya Rûm” tê naskirin li ber hilweşînê ye.
Xortê Kurd Ozcan Aksu di zindaneke Tirkîyê de jiyana xwe ji dest daye û mirina wî ya piştî 14 rojan ji girtinê pirsên cidî li ba xwedîyên wî derxistine pêş. Desthilatdaran sedema mirina wî negotîye û bavê wî jî dibêje nîşanên êşkenceyê li ser laşê wî hene. Raporta Eyyûp Demîr bêhtir agahî hene.
Roja Duşemê Qanûna Çarçoveyî ya bêçekkirina PKKê li Parlemana Tirkîyê bû, dengdan pêkhat, bi piranîya dengên endaman qanûna hat derbazkirin. Eyyûp Demîr ji Stenbolê pêzanînên zêdetir radigihîne.
Roja Duşemê qanûna çarçoveyî li parlemantoyê Tirkîye bû, ji bo ku dengdan li ser were kirin. Eyyûp Demîr, ji Stenbol, agahîyên zêdetir ser mijarê dide.
Koma Agirê Jîyan ya muzîkê, piştî rawestana 7 salan, îsal careke din vegerîyaye ser çalakîyên xwe yên hunerî û dest bi konsertan kiriye. Endamên komê behsa serbora wê ya muzîkê dikin. Raporta Eyyûp Demîr bêhtir agahî hene.
Qanûna Çarçoveyî roja Înê dê li Komîsyona Dadê be, û piştî wê dê Yekşemîyê were meclîsa Tirkiyê. Pispor wê qanûna çarçoveyî û helwesta partîyên sîyasî dinîrxînin.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê, pêşkêşkirina pêşnîyara qanûna çarçoveyî ya jibo parlemana Tirkîyê pîroz kir, pêşnivîsa qanûnê ji 12 xalan pêk tê. Eyyûp Demîr ji Tirkîyê pêzanînên zêdetir radigihîne.
Pirtir bar ke