Roja Duşemê qanûna çarçoveyî li parlemantoyê Tirkîye bû, ji bo ku dengdan li ser were kirin. Eyyûp Demîr, ji Stenbol, agahîyên zêdetir ser mijarê dide.
Koma Agirê Jîyan ya muzîkê, piştî rawestana 7 salan, îsal careke din vegerîyaye ser çalakîyên xwe yên hunerî û dest bi konsertan kiriye. Endamên komê behsa serbora wê ya muzîkê dikin. Raporta Eyyûp Demîr bêhtir agahî hene.
Qanûna Çarçoveyî roja Înê dê li Komîsyona Dadê be, û piştî wê dê Yekşemîyê were meclîsa Tirkiyê. Pispor wê qanûna çarçoveyî û helwesta partîyên sîyasî dinîrxînin.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê, pêşkêşkirina pêşnîyara qanûna çarçoveyî ya jibo parlemana Tirkîyê pîroz kir, pêşnivîsa qanûnê ji 12 xalan pêk tê. Eyyûp Demîr ji Tirkîyê pêzanînên zêdetir radigihîne.
Tê çaverêkirin ku roja Çarşemê danê sibê Qanûna Çarçoveyê si parlementoya Tirkîyê de were ragihandin. Eyyûp Demîr di vê raportê de agahîyên zêdetir dide
Eyyûp Demîr ahagî û pêzanînên zêdetir derbarê hevdîtina Şandeya Îmralîyê bi Ocelan serokê girtî yê PKKê û encamên wan civînan dide.
Serokê berê yê CHP'ê Ozgur Ozel, piştî cudabûna xwe ragihandî, destpêka hefteyê partîyek nû avakir. û yekem civîn di meclisê de pêkanî. Eyyûp Demîr ser yekem kombûna partîya Nû û rewşa wê partîyê pêzanên zêdetir radigihîne.
Piştî civîna NATO'ê, Operasyona Amerîkayê ya ser Îranê ji hêla hin çavdêrên sîyasî ve, wek guhertina rejîma Îranê jî hate şirovekirin.
Komedyakar Murat Batgî ji bo gelek ciwanên Kurd rêya komedyayê vekir û paşê berê xwe da welatîyê koçberîyê. Piştî 10 salan li Kanadayê, ew niha dixwaze vegere û dîsa standupa Kurdî li Tirkîyê pêşkêş bike.
Partîya Gel a Komarî ku mezintrîn partîya opozisyonê ye li Tirkiyê ber bi parçebûn ve diçe. Eyyûp Demîr ji Stenbolê behsa parçebûna CHPê û armanca serokê wê yê niha Ozgûr Ozel ya damezrandina partîyek nû dike.
Bêtirî salek û nîve li Tirkîyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêvajoya aşitîyê hatiye despêkirin. Lê li gor pispor û sîyasetmedaran ev pêvajo heta niha gavek pratîkî û behemdar nehatîye avêtin.
Eyyup Demîr ji Stenbolê, behsa Reaksyon û Xemgîniya Kurdên Bakur Dike, yên Derbarê Mirina Lindsey Graham.
Hejmarek ji kurdên li Stenbolê derbarê mirina Senatorê Amerîkî yê naskirî û dostê Kurdan Lindsey Graham hest nêrîna xwe tînin ziman.
Wezîrê Karê Hundir yê Tirkîyê Mustafa Çîftçi îro roja Pêncşemê ragihand ku 4 hezar û 412 kes ji ber egerê Lûtkeya NATO ya Enqerê hatine desteserkirin. Rêxistinên Mafên Mirov helwesta hikûmetê bi tundî rexne dikin.
Civîna NATO’yê her çiqas di warê ewleyî û parastinê de denbas bibe jî lê li gor pispor û zanyaran wê bandora xwe li ser pirsgirêka Kurd jî vede. Şîrovekarên sîyasî û pispor dibêjin, pêdivîye ku welatên NATO’yê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî rêyeke vekin.
Hevdîtina ku di navbera Serok Donald Trump û Recep Tayyîp Erdogan de li Koşka Serokomarîyê pêk hate, bala hemû Tirkîyê rakêşa. Pêzanînên zêdetir di vê raportê de.
Rojnamevan Eyup Demîr ji Enqerê Agahî û Pêzanînên Nû li ser Civînên Rêberên NATOyê Radigihîne
Di nava tedbîr û amadekarîyên berfireh de civîna NATO’yê roja Sêşemê 7ê Tîrmehê destpêkir. Ji ber vê civînê li tevahîya Enqerê tedbîrên ewlehîyê yên berfireh hatin girtin. Gelek kolanên Enqerê hatin betalkirin û girtin.
Kamereya Dengê Amerîka çû nav hinek Kurdên Stenbolê û nêrîna wan derbarê destpêkirina weşana televizyona Dengê Amerîka wergirt. Gelo ew dixwazin Dengê Amerîka çi mijaran romal bike?
Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan îro Înê konferanseke rojnamevanî lidar xist, tê de behsa prosesa aştîyê kir û got ku hikûmeta Tirkîyê ti agahî derbarê çarçoveya yasayî ya prosesa aştîyê ku diçe parlemantoya Tirkîyê nedaye wan. Peyamnêrê me li Enqerê Eyyûp Demîr bêtir agahîyan dide.
Pirtir bar ke