Bi hezaran Kurd li yarîgeheke Almanyayê amade bûn ji bo temaşe kirina qehremanîya Rojava ya tîmên bijarde yên Futbolê ku 4 tîmên wê bikevin di pêşbazîyê de.
Dengê Amerîkayê dest bi bernameyên xwe yên nû kiriye, hejmarek ji Kurdên Ewropa nêrîna xwe ser wan bernameyan tînin ziman.
Li bajarê Duisburg yê Almanyayê Konferansek Akademî li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê hat idarxistin, çendîn lêkoler, akademesyon û şirovekar beşdar bûn, pêşhateyên nû û paşeroja kurdan gotûbêj kirin.
Li palemana Fransayê konferansek taybet bi rewşa mafên mirov li Îranê hate lidarxistin. Di konferansekê de hejmareke siyasetvan û çalakvanên Kurd jî beşdar bûn.
Li Parlamentoya Ewrupayê jinên Îranî û yên Kurd hatin ba hev û pirsên demokrasî, pirsgirêk û paşeroja welatê xwe gotûbêj kirin.
Bi amadebûna karbidestên Ewrupayî û rêxistinên mafên mirov, belgefîlmek derbarê Enfalê li paytexta Belcîkayê, Bruksel, hate nîşandan.
Li bajarê Gelsenkirchen yê Almanyayê amadekarîyên dawî tên kirin ji bo lidarxistina 4'emîn Festîvala Efrînê ya Şêwekarî berdewam dikin.
Nûnerên partîyên Kurdên Rojhilat û hejmareke alîyên din tevlî konferansekê li Parlemana Ewrupayê bûn ji bo gotûbêjkirina siberoja demokrasîyê li Îranê û pirsa Kurd û neteweyên din.
Hejmareke partîyên Rojhilatê Kurdistanê li parlemana Ewrupayê civînek pêk anîn, tê de rewşa jinên Kurd û siberoja Kurdên Rojhilat hate gotûbêjkirin. Di civînê de hejmareke nûnerên opozisyona Îranî jî amade bûn.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) kongreya xwe ya 24'emîn bi beşdarbûna nûnerên hejmareke partî û sazîyên Kurdî lidar dixe.
Hejmareke çalakvanên Kurd li paytexta Belcîkayê Brûksel xwepêşandanek lidar xist ji bo piştgirîya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ). Ev yek di demekê de tê ku danûstandinên entegrasyonê û gotûbêjên li ser siberoja vê hêzê li Sûrîyê didomin.