Baskê siyasî yê Îranê, bi rêya Wezîrê Derve Ebas Eraqçî, êrîşê red kir, lê Pasdarên Îranê li ser vê mijarê bêdeng man. Çavkaniyek hikûmetê jî ji VOA re got ku guman tune ye êrîş ji hêla Îranê ve hatiye kirin. Serokwezîrê Iraqê êrîş şermezar kir.
Grûpên çekdar li Îraqê dibêjin, mercên wan hene bo radestkirina çekdan, di nav de divê hemî leşkerên biyanî bi şêwrmend û Çavdêr ve derkevin û hin ji wan dibêjin divê Pêşmerge jî çekên xwe radestî dewletê bike. Huner Ehmed ji Hewlêr zanyarîyan dide.
Li Îraqê qonaxeke nû ya girtina gumanbarên gendeliyê dest pê kiriye, niha fermana girtinê ji bo Ehmed Esedî Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê di dema hikûmeta Sûdanî de derçûye, waliyê berê yê Tikrîtê û sekreterê giştî yê partiya "Cemahîrî ya Niştîmanî" Ebû Mazin ahtîye girtin.
Çar berpirsên ewlehiyê û serokê rêveberîya trafîkê yê Kerkukê, tevî çend karmend û berpirsên din ên saziyên hikûmetê, bi tohmeta gendeliyê hatine girtin û binçavkirin.
Hin nivîskar û rewşenbîrên li Kerkukê li dijî endametiya Yekîtiya Şaredariyên Cîhana Tirkî li Kerkukê mîtîngek li dar xistin, di daxuyaniyekê de çend daxwaz ji sê serokatiyên Parlemen, hikûmeta Îraqê û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şandin.
Îranê û alîgirên wê li herêmê êrîşên xwe li ser Herêma Kurdistanê zêde kirine, bi taybet di roj û hefteyên dawîyê de. Huner Ehmed ji Herêma Kurdistanê agahîyên zêdetir dide.
Li hejmarek parêzgehên Îraqê ku pileyên germayê nêzîkî 50 bi pîvana sîlîsyos dibin, eliktirîk rojê tenê 7 heta 9 demjimêran tê dabînkirin û ev jî rewşa welatîyan têk dibe. Raporta Huner Ehmed agahîyên bêhtir hene.
Dawiya vê mehê peymana 50 salî ya hêla petrolê ya di navbera Îraq û Tirkîyê de bidawî dibe, ev di demekê de tê ku girjiyên di navbera Îran û Amerîkayê de zêde dibin û bihayên petrolê bilind dibin û hewcedarîya bi hêla petrolê ya Kerkuk - Ceyhan zêde dibe.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di daxuyaniyekê de got ku rejîma Îranê roja Yekşemê sibehê di êrîşeke dronî de li ser hêzên wan li kampa Çemşar a li ser sînorê Hewlêrê fosfora spî kar aniye.
Îraqî gavên hikûmetê yên girtina gedelkaran bi başî dinirxînin, lê ew bawer in ku her hewldanek ji bo şerê dijî gendelîyê bi serxwebûna dadgehan, parastina qanûnê û zelalbûna dadgehkirinan ve girêdayî ye. Raporta Huner Ehmed bêhtir agahî hene.
Bi nûdestpêkirina alozîyan li herêmê re, komên hevalbendên Îranê li Îraqê tevgerên xwe berdewam kirin. Şîrovekar dibêjin ku bombebarana Hewlêrê û armancgirtina tankereke petrolê li parêzgeha Besrayê dê Îraqê bixe nav şer. Raporta Huner Ehmed bêhtir agahî hene.
Piştî ku Serokwezîrê Îraqê Elî El-Zeydî serdana Washingtonê kir, berî vegera wî ya Bexda parlemanterên nêzîkî Îranê dixwazin Serowkwezîr jiber sefera Amerîkayê wî bangî parlemenê bikin.
Serokwezîrê Îraqê, Elî Zeyed roja Duşemê ber bi Washingtonê Kete rê, da ku bi rayedarên Amerîkî re li ser mijarên sereke, di nav de bêçekkirina hevalbendên Îranê, aborî, berdewamiya reforman û şerê li dijî gendeliyê, gotûbêjan bike.
Hin hevalbendên Îranê bêçekirina komên çekdar bi vekişîna leşkerên Amerîkî ji Iraqê girêdidin, çavdêr dibêjin ku ev pirsgirêk di serdana çaverêkirî ya Serokwezîr El-Zeydî bo Amerîkayê dê were gotûbêj kirin.
Di rojên dawî de rêxistina terorîs ya Dewleta Îslamî Daişê li herêma Kerkuk dest bi çalakî û tevgerên xwe yên leşkerî kiriye. Pispor dibêjin, Daiş lawaz bûye lê fikir û ramanên wê hêjî zindîne.
Zêdetirî 70 roj bi ser giyan ji destdana Xezal Mewlan, keça Pêşmerge ya ji Rojhilatê Kurdistanê re derbas bûn ku di êrîşa drona Îranê de piştî birînên giran li yek ji nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê giyanê xwe ji dest dabû, doza ne dermankirina wê berdewam dike.
Piştî 18 mehan, biryara hejmar 3 ya parlementoya Iraqê ya vegerandina erdên Kurd û Tirkmenan hîn nehatiye bicîhanîn.
Tevî ku prosesa aştîyê li Tirkîyê hatiye ragihandin, rûniştvanên hejmareke gundên Herêma Kurdistanê yên sînorî dibêjin artêşa Tirkîyê rê nade wan ku vegerin cih û warên xwe.
Li gorî rayedarên hikûmeta Îraqê, ji bo çareserkirina krîzê, serokwezîr Elî El-Zeydî dest bi reforman kiriye, çend berpirsên ku di gendeliyê de beşdar in ji kar dûr xistine yan jî girtine.
Radestkirina çekên Pêşmerge bûye mijarek li nav medyaya Îraqî, lê karbidest û pisporên yasayî dibêjin nabe ku Pêşmerge wekî hêzên din ên çekdar li Îraqê werin dîtin.
Pirtir bar ke