Karbidestên Kurdên Rojhilat dibêjin ku rêjeya sêdaredana welatîyên Kurd ji alîyê rejîma Îranê ve di 2026'an de zêde bûye, di demekê de ku Tehran hejmara hêzên ewlekarîya xwe li deverên sînorî yên ligel Herêma Kurdistanê zêde dikin.
Mucteba û Meysem du bira bûn ku li Kirmaşanê xwediyên pirtûkxaneyekê bûn da ku ziman û çanda Kurdî zindî bihêlin. Li gorî hevalên wan, rejîma Îranê dixwest pirtûkxaneya wan bigire. Pasdaran çend caran gef li wan xwarine.
Partîyên Rojhilat daxwaz kir ku agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de, Herêma Kurdistanê jî di nava xwe de bihewîne, eger weha nebe ew ê têkoşîna xwe ya çekdarî bibin nav axa Rojhilatê Kurdistanê.
Zêdetirî salek û nîv bi ser encamên hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê re derbasbûn, hîn jî li ser serokatiya parlemanê û avakirina hikûmeteke nû ti rêkeftinek çênebûye. Çavdêr dibêjin ku tevî civînan jî, hîn jî ti hêviyek ji bo avakirina kabîneya 10an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tune ye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistasnê Mesrûr Barzanî bi serdanekê li Bexdayê ye, di hevdîtinên xwe yên bi partîyên sîyasî û berpirsên hikûmeta Iraqê re li ser dosyayên girîng ên wekî budçe, madeya 140 û mijara wergirtina genim gotûbêj kirin. Welatî hêvî dikin ku ev serdan çareseriyan bi xwe re bîne.
Rejîma Îranê di êrîşên xwe de li ser kampên Kurdên Rojhilat li Herêma Kurdistanê binesazîya bingehîn bo pêdivîyên rojane dike armanc. Di nav cihên ku hatina armanckirin de, navendên av, eletrîk û tenduristî hene.
Li Iraqê, 5,735 kesan bi rêya bankayan bêyî ku haya wan jê hebe, li ser navê wan kompanî hatine tomarkirin, sextekaran serê wan xistîye belayê.
Di demekê de ku êrîşên rejîma Îranê û komên girêdayî wê li dijî Herêma Kurdistanê didomin, beşek ji welatîyan hîn jî hevsozîya xwe bo rejîma Tehranê nîşan dide. Gelo sedemên vê yekê çi ne?
Fraksyona Partîya Demoqrata Kurdistanê(PDK) rûniştinên parlemana Îraqê baykut kirin û dibêje “destûr û qanûn hatine binpêkirin û ji ber vê yekê parlemanterên me vegeriyane Herêma Kurdistanê û beşdarî rûniştinên Parlelamê nabin.”
Rûniştvanên deverên nakokbar dibêjin nakokîya di navbera partiyên Kurdî de li Herêma Kurdistanê daxwazên Kurdan di çarçoveya dirûşman de hiştine û bûne sedem ku mijarên serekî wekî Madeya 140 werin paşguhxistin.
Ji ber ku Îraq hevsînore ligel Îranê, şerê 40 rojî yê li dij rejîma Tehranê bandoreke rasterast li ser rewşa aborî ya Îraqê kiriye.
Ji ber êrîşên hovane yên Îran û alîgirên wê, ewlehî li ti devereke Herêma Kurdistanê nemaye. Êrîşa ser gundê Zergezewî yê li parêzgeha Hewlêrê ye, ku jin û mêrek hatin kuştin û du zarok bê dê û bav man.
Ev bûye du roj ku komên çekdar yên Îraqî, ku girêdayî Îranê ne, bi dronan êrîşî malên welatîyan li bajarê Hewlêrê dikin. Ji destpêka vî şerî ve, dora 600 êrîşên mûşekî û dronan ên Îran û komên wê Herêma Kurdistanê kirine armanc.