Hikûmeta demkî ya Sûrîyê dabînkirina mazotê bi buhayekî kêmkirî ji jeneratorên elektrîkê rawestandîye û ev yek bûye sedema rawestandina karê jeneratoran û bilindbûna buhayê ampêran. Îvan Hesîb bêtir zanyarî di vê raportê de hene.
Ji bo ku di warê aborî de beşdarî dahat û debara malbatê bibin, jinên Qamişlo dest bi proje û karên taybet kirine. Raporta Îvan Hesîb qala hewlidanên jinan û projeyên wan yên aborî û karsaziyê dike.
Li gundê Me’şûq ê gundewarê Çil Axa, Hiznîya Osman, ku bi navê "Keça Kurda" tê nasîn, muzexaneyeke biçûk di mala xwe de çê kiriye ku amûrên keleporî, antîk û cilên gelêrî yên Kurdî nîşan dide. Raporta Îvan Hesîb bêhtir zanyarî hene.
Piştî zêdetirî salekê ji bûyerên tundûtûjîya li parêzgeha Suweyda ya Sûrîyê hîn jî bêtir 100 hezar Durzî ji mal û gundê xwe koçber bûne û di rewşeke mirovî ya dijwar de dijîn. Ew bi rêya Dengê Amerîka bang li hikûmeta Sûrîyê dikin ku rê bidin wan vegerin mal û gundên xwe.
Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûrîyê biryar da ku zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî li dibistanên hikûmî û taybet, li herêmên ku rêjeya Kurdan lê mezin e, were xwendin. Raporta Îvan Hesîb bêhtir agahî hene.
Piştî Fermandarîya HSDê biryara hilweşandina xwe da, niha çav li ser çarenûsa Yekîneyên Parastina Jinê YPJ'ê ne. Îvan Hesîb ji Qamîlo zanyarîyan derbarê wê pirsê radigihîne.
Hêlîn Hemê, keçeke Kurd a 22 salî ji bajarê Amûdê ye, wê dest bi projeyek perwerdehiyê ya ji bo ajokarên jin kiriye. Wê heta niha bi dehan jin fêrî pîşeya ajotina otombîlan kirîye.
Piştî hilweşîna rejîma Esed nexweşxaneya niştimanî ya Qamişlo ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ve hate nûjenkirin, û piştre bi Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ve hate girêdan. Niha Nexweşxane bê pere xizmeta nexweşan dike.
Nêzîkî çar mehan e ku her du aliyên şandeya hevbeş a Kurd li Sûriyê, Partîyên Encûmena Niştimanî ya Kurd û Partîyên Yekîtîya Niştimanî, neciviyane. Pêzanînên zêdetir di raporta Îvan Hesîb de.
Malbata Bidrosiyan a Ermenî ya herî navdar li bajarê Qamişlo, zêdetirî 460 salan e pîşeya çêkirina kûpan didomîne. Bav û kalên wan di sala 1915’an de ji bajarê Sasonê yê Tirkîyê reviyane û li qeraxên çemê Cexceqê bi cih bûne. Îvan Hesîb ronî dide ser çîroka wan.
Tevî mercên ewlehîyê yên dijwar, xwendekara Kurd Rozêra Cewher a ji bajarê Hesekê amadekarîyan dike ku projeya xwe ya derçûnê di teknolojîya endazyarîyê de li Zanîngeha Şamê pêşkêş bike. Ew tekane xwendekara Kurd e di nav 200 xwendekarên beşê Hişberîya Çêkirî de ku bi zîrekîya xwe balê dikişîne.
Qamişlo yek ji wan bajarên Kurdan e ku di nava kolanên xwe de dîroka bihevre jiyanê ya pêkhateyên cuda tomar kiriye. Nivîskar Faris Osman di 100 salîya bajêrê Qamişlo de, qala dîroka avakirin û rewşa jiyana xelkê bajêr dike.
Li bajarê Qamişlo, niştecih ji ber nebûna bankeke xwînê zehmetyan dikişînin û zîyan gihiştîye sektora tenduristîyê. Vê yekê bi taybetî rewşa nexweşên talasîma û penceşêrê xerabtir kiriye. Raporta Îvan Hesîb bêhtir agahî hene.
Li bajarê Qamişlo pêşangehek bi navê "Arşîva Civaka Êzîdî" hate lidarxistin bi mebesta danasîna pêkhateyên bajêr bi dîrok û çanda Êzîdîyan.
Piştî radestkirina Berhemên Genimê wezra Îsal bo hikûmeta Sûrîyê, cotkarên parêzgeha Hesekê gazinan ji wernegirtina pereyên xwe dikin. Ew dibêjin wan pêwîstî bi pereyan heye da ku xwe ji bo weza bê re amade bikin.
Kêmbûna pereyên nû li parêzgeha Hesekê bûye sedema krîzekê di bazaran û tevgera kirîn û firotinê de. Banka Navendî ya Sûrîyê pêvajoya guhertina pereyan li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê dirêj kiriye, lê ji ber kêmbûna navendên guhertina pereyan krîz berdewam dike.
Li bajarê Qamişlo festîvala havînê ya yekem a 5 rojî hîn lidar e ku tê de 300 kompanî û firoşgeh beşdar bûn. Hejmarek hunermend tevlî festîvalê bûn, di nav de jî Dilo Doxan. Raporta Îvan Hesîb bêhtir agahî hene.
Heft lîstikvanên Kurd ên keç Qehremanîya Ciwanan a Rojavayê Asyayê ya 2026'an bi tîma niştimanî ya Sûrîyê re bi dest xist. Golparêza bajarê Qamişlo, Mîdya Hisên xelata golparêza herî baş a Qehremanîyê wergirt.
Kurdên Rojava serdana Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî bo Sûrîyê bi erênî dinirxînin û dibêjin ku dê bandora wê li ser Kurdên Sûrîyê û aramîya deverê hebe. Raporta Îvan Hesîb bêhtir zanyarî hene.
Li pêşangeha xwe ya bajarê Qamişlo, hunermendê şêwekar Ferîd Hiso hewl dide bi rêya berhemên xwe yên ên karê destan folklora Kurdî vejîne.
Pirtir bar ke