Di nav kurdên Rojava de bi sedan mamoste hene ku rejîma berê ji ber sedemên siyasî ew jî karê dûr xistbûn, gelek ji wan hêjî nevegerane ser karê xwe, niha daxwaza mafên xwe dikin.
Zîlan û Menal du keçên ciwan ên ji devera Çilaxa ya Cizîra rojava ne, mal bi mal digerin û alîkarîya malbatên hejar dikin Ji du kesan niha bûne 100 kes û alîkarîya kes û malbatên pêdivî û hejar dikin
Li bajarê Dêrika Rojava Hacîyê Evdê Hacî, li kêleka karê xwe yê rojane, wekû cebarçî bê beramber alîkarîya xelkê herêmê dike. Raporta Jîro Mîtanî ronî dide ser çîroka wî.
Niştecihên Kurd yên bajarê Dêrikê li Rojava bang li rayedaran dikin ku deriyê sînor ê di navbera bajarê wan û Tirkîyê de, ku nêzîkî 50 salan e girtî ye, dîsa were vekirin.
Li bajarê Girkê Legê yê Rojava ev çend roj in nanpêjxaneyên hikumetê naxebitin. Di demekê de ku rêveberîya bazirganîya hundirîn behsa bernameya başkirina nan li herêmê dike, peydakirina nan li deverê ji ber kêmbûna pereyên nû yên Sûrî bûye derdekî rojane.
Tevî kêmbûna derfetên darayî, li gundê Kêşkê yê parêzgeha Hesekê li Rojava qehremanîyeke futbolê hate lidarxistin. Bi alîkarîya rûniştvanên gund û hinek rêxistinên sivîl, qehremanî li lîstikgeha gund birêve çû.
Bajarê Girkê Legê li Rojava, di Sîstema Sûrîyê de hêjî nebûye navçek û dezgehên fermî lê nînin, ev yek kar û jiyana xelkê bajêr zehmet dike, rûniştvanên bajêr daxwaza bicihanînan biriyara 2008an ya ku Girkê Legê bibe navçeyek taybet dikin.
Li bajarê Dêrika Rojava, endamê berê yê Rêvebirîya Xweser Şêro Şero ji alîyê hikûmeta Sûrîyê ve wek rêvebirê bajêr hate binavkirin. Raporta Jîro Mîtanî nîşan dide ka welatîyên deverê wî çawa dibînin û biryara hikûmetê çawa dinirxînin.
Keça bajarê Girkê Legê Sêlîna Şêrko li ser asta Sûrîyê di nav keçên di temenê xwe de navnîşana lîstikvana yekem di werzişa Taykwondoyê de bidest xist .
Li bajarê Girkê Legê yê Rojava peykerê jina bi kezî hate danîn, wekî rêzgirtin li jina şervan û xebata jina Kurd bi giştî.
Li bajarokê Çilaxa yê Rojava, Kurdên ku bîyanî dihatin nasîn niha xwe tomar dikin da ku nasnameya Sûrî bidest bixin. Lê xwesteka wan ew e ku wekî Kurd di belgeyan de werin nasîn.
Di xwepêşandaneke girseyî de li Çilaxa malbat û kesûkarên dîlan daxwaza çarenûsa dîlan û windabûyan dikin
Oldarên misilman yên herêma Dêrikê, wek bersîvdana êrîşên dijî Elewîyan li rojavayê Sûrîyê dibêjin ku ew tundîya ku bi navê misilmanan tê, qebûl nakin. Ew dibêjin ku divê di navbera hemî ol û bawerîyên herêmê de wekhevî û rêzgirtin hebe.
Jinên ENKSê li Dêrikê bi govend û sitranan pêşwazî li roja jinê ya cîhanî kir, jinên amadebûyî kêfxweşîya xwe anîn ziman.
Di meha Remezanê de buhayê kelûpelan bilind bûye. Rûniştvanên Girkê Legê jiber vê rewşê nerazîbûna xwe nîşan didin ku bazirgan di vê mehê de ji xwe re derfet dibînin ku buhayê tiştan zêde bikin.
Kurdên Sûrîyê bi giştî banga Ocalan erênî dibînin. Ew hêvîdar in ku piştî bi dehan salên şer û zehmetîyan aştî pêk were, bi taybetî ku banga Ocalan û pêvajoya nû bandoreke mezin li ser rewşa wan dike.
Ji ber kêm baranî û hişkesaliyê û qutkirina avê li ser herêmên Kurdan ji aliyê Tirkiyê ve, herêma Alîyan û Cerehê ber bi ziwabûnê ve diçin û bandor li ser jiyana xelkê û çandiniya li herêmê kiriye.
Di Roja Cîhanî ya Dadmendîya Civakî de hin welatî dibêjin ku ew dadmendîya ku wan xeyal dikir hîn jî pêk nehatîye û vê yekê bi berpirsîya sazîyên Rêvebirîya Xweser ve girêdidin, lê parêzer rewşa heyî baştir dibînin.
Kurdên Sûriyê dibêjin li ser rûpelên medyaya civakî gef û gotara kînê li dijî wan zêde bûne û gelek rûpelên sexte hatine çêkirin bi armanca derxistina tevlihevîyan li herêmên kurdan.
Felek Yûsif li Girkê Legê cihekî taybet ji bo hunera xwe vekiriye û tê de daxwazên xelkê pêk tîne. Ew cih ji bo ciwanên ku ji hunera şêwekarî hez dikin, bûye derfetek ku tê de xwe pêş bixin û kar jî bikin.
Pirtir bar ke