Li Herêma Kurdistanê, li deverên sînorî yên li jêr kontrola sopayê Tirkîyê de ne bi taybet devera Berwarî Bala bi domdarî rastî darbiînan tê û ber bi Tirkîyê ve tên birin. Raporta Rêjîn Ehmed û Agahîyên zêdetir.
Jîngehparêzekê bajarê Duhok li Komelgeha 'Kora' dest bi projeya çandina yek mîlyon dar kirîye bi armanca parastina jîngehê û ciwanîya bajêr û geşepêdana baxçeyan.
Xabûr Mihemed Elî, xanimeke nabîn a bajarê Duhokê ye ku nebûna bînahîyê jê re nebûye rêgir ji dahênana wê re. Ew berhemên destîn ên pir balêş çê dike. Rêjîn Ehmed ronî dide ser çîroka wê.
Li bajarê Zaxo û li ser çemê Dicleyê, kenîseyeke ku dîroka avakirina wê vedigere bêhtirî 1,200 salan berê, kevnatî û resenîya deverê nîşan dide. Hin beşên wê piştî hezar salî hatine dîtin. Rêjîn Ehmed ronî dide ser wê kenîseyê.
Li parêzgeha Duhokê kar li ser mizgefta Bamernê ya dîrokî tê kirin da ku bibe cihekî nivêj û ayînê, û di heman demê de bibe navendeke geştyarî.
Li navenda bajarê Duhokê bazareke taybet bi firotina tizbîyan heye ku bûye cihê kombûna kalemêran. Rêjîn Ehmed raportek derbarê vê bazarê amade kiriye.
Bajarê Akrê yê Herêma Kurdistanê xwedî kolanên kevin û ciwan e ku bi awayekî rojane bala serdaner û geştîyaran dikişîninû hin rûniştvanên bajêr malên xwe kirine tabloyên hunerî yên ciwan.
Êrîşên Îranê li ser Herêma Kurdistan Îraqê ku bandoreke mezin li ser gelek alîyên jiyanê kirin, bûne cihê nerazîbûna xelkê Herêmê. Ew dibêjin ku pêwîst hikûmeta Îraqê bi erkê xwe rabe û axa herêmê biparêze. Raporta Rêjîn Ehmed bêhtir agahî hene.
Gundê Mêrgetî li parêzgeha Duhokê yek ji hezaran gundên Kurdistanê bûye yên ku ketîne ber operasyonên Enfalan. Rêjîn Ehmed di raportê de çîroka qurbanîyên gund di Enfalên reş de behs dike.
Piştî bidawîbûna şerê 8 salî yê di navbera Îraq û Îranê de, rejîma Ba'is bi hemû hêzên xwe ve, li Kurdistanê dest bi opresyonên Enfalan kir. Dawîya Tebaxa 1988ê artêşa Îraqê destg bi qonaxa Enfalkirina herêma Badînan kir. Çîrokên qurbanîyan di raporta Rêjîn Ehmed de.
Dergehê Amêdîyê li navçeya Behdînan yek ji şûnwarên dîrokî yên Herêma Kurdistanê ye ku bi cih, taybetmendî û razên xwe bala geştîyar û serdaneran dikişîne. Rêjîn Ehmed di vê raportê de ronî dide ser beşekî ji dîroka vî dergehî.
Simaqa devera Zêbarî li Akrê ya Herêma Kurdistanê ne tenê behemeke çandinî, bazirganî, û aborî ye, belê ew beşeke ji nasname û kultûra deverê. Lê Îsal berhema simaqê kêm bûye. Raporta Rêjîn Ehmed bêhtir zanyarî hene.
Duwanzdeh salan piştî komkujîya gundê Koço yê Şingalê, rizgarbûya ji nav destên Daişê Hedîye Xidir, ku vegeriyaye gundê xwe, çîroka revandin, îşkence û êşên xwe ji Dengê Amerîkayê re vedibêje.
Ev bûn zêdetirî du hefteyan krîzeke dijwar ya sotemnîyê li Herêma Kurdistanê heye, gel gilîya hikûmetê dike û hikûmet jî sedeman nîşan dide ku tiştê çê dibe ji derveyî kontrola wê ye. Rêjîn Ehmed li Parêzgeha Duhokê, krîza heyî şopandiye û ev raport amade kirîye
Xwezaya ciwan a havîngeha Gelîyê Şêrane di navbera çiyayên bilind ên devera Amêdîyê de, di werza germ a havînê de dibe meqseda geştîyaran ji seranserî Îraqê. Raporta Rêjîn Ehmed zanyarîyên bêhtir hene.