Piştî ku Sûriyê ji şerê navxweyî rixgar bû, niha şerê aborî dijwartir bûye, çîrokên malbatên hejar û kêm deramet dirêj û bêdawî ne, çîroka welatî farûq Seydo mînakek ji hezaran mînaka malbên kêm deramete
Li Kobanîyê xwepêşandanek ji alîyê çalakvan û rojnamevanên bajêr ji bo daxwaza pejirandina navê kobanîyê hat lidarxistin. Wek bersîv ji aliyê hikumetê ve tabloyek bi navê Kobanîyê li ser yek ji deriyên bajêr hate danîn.
Hejmarek ji welatîyên bajarê Kobanîyê nêrînên xwe derbarê Dengê Amerîka-Kurdî tînin ziman û behsa daxwazên xwe ji Dengê Amerîka dikin
Rojnamevan û çalakvanên Kobaniyê helmetek bi navê "Kobaniyê nasname ye" wekî bersivdanek li dijî dubare bi kar anîna navê "Eyn el-Ereb" di belgeyên fermî de li dar dixin. Siyasetmedar û çalakvanên Kobaniyê beşdarî helmetê dibin û nêrînên xwe parve dikin.
Pisporên jîngehê dibêjin ku diristana bi tenê ya Kobanîyê di bin gefeya têkçûnê de ye. Ew dibêjin ti projeyên rasteqîn ji alîyê şaredarîya bajêr û desteya jîngehê ve ji bo parastina vî samanê xwezayî tunene.
Ji ber nebûn û bihabûna sitomenîyê, cotkarên Kobanîyê rûberên zevîyên xwe kêm dikin û berê xwe didin çandinîya bejî.
Li bajarê Kobanîyê yê Rojava ajotina bêserûber a motorsîklêtan ji alîyê ciwanan ve metirsîyê li jiyana wan û ya xelkê çêdike.
Di şeveke bêdeng ya berî 11 salan de bajarê Kobaniyê piştî şerekî wêrankar dîsan rastî êrîşke çekdarên hov yên Daişê hat. Qurbaniyên komkujiyê behsa çîrokên xwe yên xemgîn dikin.
Rûniştvanên herêma gundewarê Kobaniyê bi taybet li gundê Qeremox ji ber gulebarandina rojane û domdar a leşkerên Tirk bêzar bûne û zarok û malbat di nava tirs û bêzarîyê de dijîn
Li bajarê Kobanîyê coşa Cama Cîhanê bi civatên germ berdewam dikin, tevî ku gelek zehmetî û astengî li bajêr hene.
Bilindkirina buhayê nan ji alîyê hikûmeta demkî ya Sûrîyê ve barê welatîyên li Kobanîyê giran dike û wan neçar dike ku kirîna nan kêm bikin.
Xecê Îmam, jineke Kurd ji navçeya Kobanîyê, bi rêya hunera dengbêjîyê û bi nasandina amûrên kevnare hewl dide çanda herêmê û kelepûra ne madî biparêze.
Sîstema nû ya wergirtina genim di sîloyan de ji aliyê hikûmeta demkî ya sûrî ve bûye cihê nerazîbûnê li cem çotkarên Kobaniyê.
Di navbera xewna vegerê bo ser cih û warên xwe bi awayekî ewle, û jiyana di nava kavilên muzexeneya Kobanîyê de, çarenivîsa malbatên derbiderên ji Girê Sipî û Reqayê nediyar dimîne.
Li herêma Kobaniyê, diyardeya karkirina zarokan ji ber mercên aborî û jiyanî yên xirab bi awayekî berfireh belav dibe.
Li Kobanîyê diyardeya belavbûna dûmana ji şekmanên otombîlan ji ber xerabîya sotemenîyê û çanda derxistina qutîya jîngehê zêde bûye. Gelo di Roja Cîhanî ya Jîngehê de, desthilatdarên xwecihî li Kobanî û hikûmeta Sûrîyê dê karibin qanûnên biryarder bistînin da ku rê li ber van metirsîyan bigirin?
Vekirina bendavên Tirkîyê yên Çemê Feratê bûye sedema lehîyeke mezin ku ligel wê krîzeke mirovahî û jîngehî derketiye. Li gundewarê Kobanîyê, zêdebûna asta ava Feratê zirar gihandîye çandinîyê û jiyana sivîlên xwecihî xistîye metirsîyê.
Li Kobanîyê helbijartinên parlemanê hatin lidarxistin û du kesan qezenc kir ku yek ji wan Kurd e, lê ev helbijartin ji hêla hin partiyên siyasî ve hatibûn baykotkirin.
Piştî derbiderîya salên dûr û dirêj, yekem karwanê derbiderên Efrînê yên li Kobanîyê vegerîya Efrînê. Derbider dibêjin wan hin metirsî hene lê bi vegera bo mal û milkên xwe kêfxweş in.
Pispor û çavdêr li bajarê Kobanîyê yê Rojava dibêjin ku prosesa entegrasyonê ligel Şamê dike ku krîzeke bêkarîyê li nav hejmareke mezin a karmendên Rêvebirîya Xweser peyda bike.
Pirtir bar ke