Piştî ku Amerîkayê û gelek welatan cezayên aborî li ser Îranê zêde kirin, bi rêya ku nabe ti welatek yan alî alîkarîya aborî bide Îranê, vê mijarê banderoke rasterast li ser aborîya herêma Kurdiatnê û Îraqê kiriye.
Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Pêncşemê ragihand ku hêzên 70 û 80 yên hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê yek digirin.
Rêveberîya Firîngeha Navnetewî ya Celal Talebanî li Silêmaniyê dibêje êrîşên Îranê û pevçûnên li herêmê bandorek zêde li sektora geştîyarîyê kiriye û rêjeya geştiyarên wan li Firîngehê gihiştîye 50%. Raporta Sînor Kerîm ji Silêmanîyê.
Ji doh were Îranê û alîgirên wê li herêmê êrîşên mûşek û dronan li ser Herêma Kurdsitanê encam didin. Sînor Kerîm ji herêmê pêzanînên nû radigihîne.
Dadgeha Cezayê ya Îraqê bi 15 sal cezayê girtîgehê dan du endamên komên çekdar ji ber êrîşa li ser sazî û bingehên dîplomatîk û balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê.
Li devera Çoman a Herêma Kurdistanê projeyek tê kirin ji bo vejandina xanîyên Kurdî ên resen ku bi kelpîçan tên avakirin. Ev projeya geştyarî hewl dide bi vê yekê van xanîyên kevneşop bide nasîn.
Benîştê Kurdî berhemeke xwezayî ye ku li çiyayên Kurdistanê çê dibe. Ew di destpêka havînê de dest pê dike û di meha dawî de tê berhevkirin. Hin gundîyên herêmên cuda debara xwe bi çêkirina benîşt dikin. Raporta Sînor Kerîm bêhtir zanyarî hene.
Piştî biryara hilweşandina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê, ev mijar di nava Kurdan de li Herêma Kurdistanê bûye ciyê danûstinên cuda, hin kes li gor rewşa siyasî baş dibînin û hin jî dibêjên ne li astê qurbanî û xebata Kurdan e.
Diyarî, xortekî ji Ranyayê ye, ku ji derdê nexweşiyan dikişîne û debara xwe bi firotina avê derbas dike, dibêje ku ew rojane tenê 2,000 heta 3,000 dînaran qezenc dike.
Li navçeya Bitwêne ya Herêma Kurdistanê demsala çinîna gulberojan êdî destpê kiriye. Gulberoj yek ji berhemên serekî yên vê deverê ne.
Hikûmeta Îraqê dibêje ku dawiya Îlonê wekî roja dawî ji bo vekişîna hêzên biyanî ye li Îraqê, hin Parlemanter û welatî daxwaz dikin ku leşkerên Tirk ên ku 30 kîlometreyan ketine Herêma Kurdistanê, derkevin.
Herêma Kurdistanê bi xwezaya xwe ve, yek ji herêmên herî baş û guncaye ji bo xwedîkirina mêşên hingiv. Raporta Sînor Kerîm pêzanînên zêdetir dide.
Sînor Kerîm ji Herêma Kurdistanê pêzanînan derbarê êrîşên berdewam ên dron û mûşekan li Ser Herêma Kurdistanê û dîtina sê gorên bikom li Mûsilê radigihîne.
Sînor Kerîm ji Herêma Kurdistanê pêzanîn û agahîyên nû derbarê êrîşên ser partîyên Kurd yên opozisyona rejîma Îranê radigihîne.
Pirsgirêka derbiderîyê û hatina hejmareke mezin ji Ereban û bicihbûna wan li Herêma Kurdistanê, di nav welatîyan de bûye sedema nîgeranîyê. Zanîngeha Silêmaniyê li ser vê mijarê rapirsîyek pêk anî, encamên wê wekî xeternak bi nav kir û got ku ew ê demografiya herêmê biguherîne.
Ji ber êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bi sedan donim erd şewitî û jîngeh wêran bûye. Her çend gelek ji van deveran dûrî niştecihan in û ew kampên partiyan in, jîngehparêz hişyarîyê didin ku ev yek dê di siberojê de bandoreke neyînî li ser herêmê bike.
Li Herêma Kurdistanê dest bi helmetekê hatîye kirin da ku berevanîyê ji wan keç û jinên ciwan bikin yên ku di civakê de rastî destavêtin û êrîşên zayîndeyî tên. Raporta Sînor Kerîm ji Silêmanîyê.
Hilberîna benîştê Kurdî li çiyayê Asos li herêma Piştder ya Herêma Kurdistanê. Ev raport çîroka qonaxên amadekirina benîştê Kurdî ji darek taybet vedibêje.
Duh agirekê mezin bi çiyayê Gwêje yê li piş bajarê Silêmaniyê ketbû, ew agir bû sedema ziyanên mezin, Îranê xwe berpirs ji derketina wî agirî û wê şewatê ragihand, Sînor Kerîm ji Silêmaniyê pêzanînên zêdetir radigihîne.
Girjî û nakokiyên li herêmê, rasterast bandorê li Îraqê dike, niha berpirsên Îraqî di geştên xwe yên dîplomasî de hewil dide hevsengiyekê peya bike bi taybet piştî serdana Serokwezîrê Îraqê bo Amerîkayê û niha jî bo Îranê.
Pirtir bar ke