15ê Gulanê roja zimanê Kurdî ye. Lê îsal ev roj rastê hilbijartinê tê. MEDDER, HDP, Tev gera Jinan, û Partîya Çep a Kesk li nivîsgeha jinan ya Partîya Çep a Kesk kom bûn, daxuyanîyek dan. Namzedên jin ên parlamenteriyê jî beşdar bûn.
HAK-PAR ku beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê dibe li Tirkiyê, li bajarê Amedê bernama xwe ya hilbijartinê û danansîna berbijaran di preskonferansekê de ragihand.
Berbijarê Serokomariya Tirkiyê yê Tifaqa Netew Kemal Kilişdaroglu ku ji koka xwe Elewî ye û xelkê Dêrsimê ye ji malbata pîrên Elewîyan e. Xelkê Dêrsimê û dengderên Elewî li Tirkiyê ji berbijariya Kiliçdaroglu Kêfxweşin.
Li Dêrsimê piştî bidawîbûna serhildana Seyîd Reza ya sala 1937ê, desthilata Tirkiyê ya wî serdemî di navbera sala 1937 -1939ê komkujî li dijî gelê Kurd û aligirên Seyîd Reza pêkanîn, zêdetirî 13,000 kes hatbûn kuştin. Xecîcan Farqîn ji navenda Dêrsimê pêzanînên zêdetir radigihîne.
Bi sedan endamên Sendîkayên Karker Û kedkaran li bajarê Amed-Diyarbekirê li 'Deriyê Çiyê' kom bûn û xwestin roja cîhanî ya karkeran pîroz bikin, lê polîsan rê neda sazî û sendîkayan bi azadî çalakiyê encam bidin.
Alîgirên HUDA-PAR'ê li Amed-Diyarbekirê di çarçova kampeyna hilbijartinan de mîtînek li dar xist, Serokê wê Partiyê û Berbijarê AKP'ê li Stenbolê Zekeriya Yapicioglu axiftinek kir.
Herêma Cizîrê û Şirnexê ku pirraniya xwecihên wan welatiyên Kurd in, di dema şerê xendekan de gelek zirar dîtbûn, partiyên siyasî di kampeynên hilbijartinê de hewil didin ku dengderan bi aliyê xw de bikişînin.
Nûçegîhana me Xecîcan Farqîn ji bajarê Şirnexê radigihîne ku xebatên hilbijartinê li wê derê çawa didomin
Bajarê Semsûr di erdhejên 6'ê Sîbatê de zîyanên mezin dîtibûn û bi hezaran rûniştvanên xwe hinda kiribûn. Semsûr di nava xemgînîyê de, bi awayekî çilmisî dikeve hilbijartinan.
Jina Kurd Fadîle Urfayî çed sal berê revîye hatiye Semsûrê, lê li wirê jî erdhêj mala wan xira kiriye û qîza wê canê xwe ji dest daye.
Semsûrîyên ku di erdhêejên 6ê Şubatê de bi hezaran hezkirîyên xwe hinda kiribûn, di nava êş û xemgînîyê de pêşwazîya eyda Ramazanê dikin
Hefteya borî dadgeheke Tirkiyê îdianameyên 16 rojnamevanên kurd erê kiribû. Xebatkarên çapemeniyê li herêmên Kurdan li Tirkiyê nêzî 10 meh bi îdîa û gilînameyên terorê girtî ne.
Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan, di çarçoveya kapeyna hilbijartinan de roja înê li Amedê bû. Li wir beşdarî merasîma vekirina hin avahiyan û Mizgefta Selahaddin Eyyubî bû û behsa hilbijartinan kir û peyamnên dijî HDPê dan.
Erdogan, serokê CHPê Kemal Kilişdaroglu jî kir armanc û îdia kir ku ew bi rênimayên Qendilê tevdigerin.
Partiya Kesk ya Çep li Amedê yekemîn ofîsa xwe ya hilbjartinan li navça Kayapinarê vekir. Hevseroka HDPê Pervin Buldan vekirina buroyê kir. Jin û mêr bi dehan kes bi şahî û govendê beşdarê vekiirna ofîsê bûn.
Berdewama buhabûnê li Tirkiyê bûye sedem ku gelek malbatên bajarê Amedê (Diyarbekir) di meha Remezanê de nikarin kelûpelên jipêwîst yên jiyana rojane bikirin
Hejmara kêm ya Ermeniyên ku li bajarê Amed/Diyarbekirê mane li dêra Ermeniyan ya dîrokê nivêja Esterê kirin û cejna qiyametê pîroz kirin.
Partiya Kesk ya Çep li Amedê yekemîn ofîsa xwe ya hilbjartinê li navça Kayapinarê vekir. Hevseroka HDPê Pervin Buldan vekirina ofîsa kir. Jin û mêr bi dehan kes bi şahî û govendê beşdarî merasîma vekiirna ofîsê bûn.
Pirtir bar ke