Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî ku li 11ê Hezîranê bêne kirin, berbijarên serbixwe û partîyên sîyasî xebatên xwe didomînin.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, berbijarê serbixwe yê Bloka Ked, Aştî û Azadîyê ji bajarê Agirîyê, Halîl Aksoy behsa amadekarîyên hilbijartinan li herêma Agirîyê dike.
Birêz Aksoy dibêje, jiber kuştinên vê dawîyê rewşa hêrmê pir girj û aloz e û hikûmeta AKP'ê nahêle ku ew xebatên xwe yên hilbijartinê rêve bibin.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn bitikînin.