Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Bînîcî û Rewşa Hilbijartinan li Ruhayê


Dîmenek ji kombûna girseyî ya BDP'ê li Dîyarbekirê. Gulan, 14 May 2011.
Dîmenek ji kombûna girseyî ya BDP'ê li Dîyarbekirê. Gulan, 14 May 2011.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî ku li 11’ê Hezîranê bêne kirin, berbijarên serbixwe û partîyên sîyasî xebatên xwe didomînin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, parlamenterê Ruhayê û berbjiarê Bloka Ked, Aştî û Azadî ji heman bajêr, Îbrahîm Bînîcî qala xebatên wan yên hilbijartinê dike.

Birêz Bînîcî dibêje, em bi gelê xwe bawer in ku piştgirîya azadîya xwe bike û guh nede sîyaseta AKP'ê.

Îbrahîm Bînîcî her wiha dibêje, ew piştrast in ku hem ew bi xwe, hem jî berbijarê din Îbrahîm Ayhan ku vê gavê di zindanê da ye, di hilbijartinan de serkeftî bin û nûnertîya gelê Ruhayê bikin.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn bitikînin.

XS
SM
MD
LG