Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberekî Selefî: Xwezî Kurd li Hilbijartinên Kerkûkê Yek Lîst Heba


Hilbijartinên Parêzgehên Îraqê, 18 Kanûna Pêşîn 2023, zarokek tevî alayê Kurdan li bajarê Kerkuk
Hilbijartinên Parêzgehên Îraqê, 18 Kanûna Pêşîn 2023, zarokek tevî alayê Kurdan li bajarê Kerkuk

Li gor encamên pêşî yên hilbijartinên parêzgehan li Îraqê, her du partiyên Îslamî yên li Herêma Kurdistanê Yekgirtuya Îslamî û Komela Dadgerî, di dengdana Kerkûkê de ji koma 520 hezar dengan tenê 6 hezar deng stendine.

Berpirsê Têkiliyên Dadgeriya Îslamî li Kerkûkê, selefiyên Herêma Kurdistnaê tawanbar dike ku deng dane YNK û PDKê.

Li aliyek din Rêberekî Selefiyan red dike ku wan xwe dabe aliyê PDK û YNKê, ew dibîje PDK û YNK desthilatdar in, "wan berpirsyariya netewî hilgirtîye" û selefiyan jî piştevaniya netewa xwe kirîye ne ya partiyan.

Seyîd Kemal berpirsê têkiliyên Komela Dadgerî li Kerkuk gote Dengê Amerîka "Lihevhatin hebû di navbera selefiyan û Serokê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan ku di parlamana Herêma Kurdistanê dê wan berbijarê xwe hebe û bang li alîgirên xwe kirîye ku dengî bidin partiyên xwedî hêz."

Herwiha got"Selefiyan gotîye raste aliyên Îslamî destpak û emîn in, lê ne bihêz in, jiber wê yekê dengên wan bo aliyên desthilatdar çûn."

Do Sêşemê 19ê Kanûna Pêşîn, Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan li Îraqê encamên pêşî yên hilbijartinan eşkere kirin, ku parêzgeha Kerkuk 520,400 deng stendine ji wan dengan lîsta Meşxel ya partiyên Îslamî tenê 6655 deng stendine.

Jêderekî ji Yekgirtuya Îslamî ku nexwest nasnama wî eşkere bibe gote Dengê Amerîka, "Berî niha jî me nikarbû kursiya parlemanê li Kerkuk bistînin, jiber wê yekê divê em derbarê sedeman ji rêberên partiya xwe bipirsin."

Lê Seyîd Kemal yê Komela Dadgerî dibêje, jiber ku ramana netewî li Kerkuk serdeste û herwiha heta niha Îsamî nebûne desthilatdar heta ku xelk karê wan bibîne.

Kemal dibêje "Aliyên desthilatdar pere û nan kar tînin, wê yekê jî bandor li ser dengên Îslamiyan heye."

Selefiyên Kerkuk red dikin ku ew girêdayî YNK û PDKê ne.

Mamoste Welîd Cebarî mamosteyê olî yê Selefiyan ku di civîna bi Bafel Talebanî serokê YNKê re beşdar bûbû got "Tê gotin ku selefî bûne PDK û YNK, welahî ev bohtaniyek mezine, em ne YNK û nejî PDK ne, em heta ne partiyek Îslamî ne jî ya sekolar in. PDK û YNK li qadê desthiltdar in, berpirsiya netewî li ser milên wan e, me jî piştevaniya netewa xwe kirîye ne ya partiayn."

XS
SM
MD
LG