Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seîd Veroj: CHP li Dîyarbekirê Zindî Nabe


Rêberê CHP'ê li Dîyarbekirê.
Rêberê CHP'ê li Dîyarbekirê.

Li Tirkîyê, di 12 Hezîranê de hilbijartinên giştî dê pêk werin. Rêberê partîya opozîsyonê ya serekî, Partîya Gel ya Komarî (CHP), ji bo mitînga xwe ya hilbijartinê roja Sêşembî li Dîyarbekirê bû. Kemal Kiliçdaroglu got ku çareserkirina pirsgirêka Kurdî “deynê stûya min e.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Seîd Veroj, sernivîserê Kovara Bîr li Diyarbekir dibêje, daxuyaniyên CHP’ê derbarê pirsgirêka Kurdî weka “taktîkê ji bo hilbijartinê dibînim.”

Birêz Veroj dibêje, eger CHP rêbaza giştî ya xwe neguhere, ew nikare pirsgirêka Kurdî çareser bike. Sernivîserê Kovara Bîr her wiha got ku piştevaniya CHP’ê li Dîyarbekirê kêm e û CHP li Dîyarbekirê “zindî nabe.”

Ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzani bi birêz Veroj re, lînka Guhdarî kirin li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG