Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan li Dîyarbekirê Peyîvî


Serokwezîrê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan jibo kombûna girseyî ya hilbijartinê li Dîyarbekirê ye. Hezîran, 1,2011
Serokwezîrê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan jibo kombûna girseyî ya hilbijartinê li Dîyarbekirê ye. Hezîran, 1,2011

Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, do jibo mîtînga hilbijartinê li Dîyarbekirê bû.

Serokwezîrê Tirkîyeyê li Dîyarbekirê, derbarê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) de got “hun di bin zexta rêxistina terorê ya BDP’ê da ne.”

Serokwezîr Erdogan jibo bizavên bêîtataîya sivîl yên ku ji alîyê BDP ve hatîbûn destpêkirin jî got “Ev ne bizavên ha ne bêîtatatîya sivîl in, ev faşîzma sivîl e.”

Recep Tayîp Erdogan destnîşan kir ku pirgirêka Kurd bingeha xwe ji polîtîqayên Partîya Gel ya Komarî (CHP) distîne û BDP jî vê meselê bi xirabî bikar tîne.

Serokwezîr jibo qanûna bingehîn ya nû jî got “ligel hemû astengî û zordestîyan emê lorikên dayikan bidin sekinandin."

Recep Tayîp Erdogan çend projeyên nû ku jibo Dîyarbekir amade kirine jî eşkere kir.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn, guhdarîya vê raportê bikin.

XS
SM
MD
LG