Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çiftyurek: Hevdîtina Erdogan û Trump Dê Qeyrana Tirkîyê Çareser Neke


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di 13ê vê mehê serdana Amerîka dike ku bi Serokê Amerîka Donald Trump re bicive.

Piştî operasyona Tirkîyê ya ser Bakur û Rojhilata Sûrîyê alozî di navbera Tirkîyê şû Amerîka de qewimîbû û loma hevdîtina Erdogan û Trump bi baldarî tê şopandin.

Serokê Giştî yê Partîya Komûnîs ya Kurdistanê Sînan Çîftyurek dibêje ku bi berika Erdogan de gelek mijiarên girîng yên wek biryara nasîna jenosîda Ermenîyan ji hêla Kongresa Amerîkî ve hene.

“Lê, di nav van hemû mijaran de cîyê herî girîng mesela malbata wî û mal û milkê wî bigre. Heke Erdogan bi Trump re ser hebûna xwe li hev were, Erdogan dê babetên din zêde dernexîne pêş.”

Çîftyurek îdia dike ku ev hevdîtin bi zora Amerîka tê çêkirin û Erdogan jî xwe mecbur dibîne ku we serêdanê pêk bîne.

“Piştî ku hin biryar li Amerîka hatin girtin, Erdogan ragihand ku hin nedîyarî û hin pirs di serê wî de hene. Wî got KU dibe ku ew nere Amerîka lê em dibînin ku ev nedîyarî hîn bedewam dikin. Wisa dixuye ku Erdogan di tengasîyeke de ye û ew dixwaze li Amerîka wan safî bike.”

ED_11_11_2019_Serdana_Erdogan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:04 0:00


XS
SM
MD
LG