Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çiftyurek: Qasim Silêmanî Ne Leheng e, Xwîna Gelan di Destê Wî de Heye


Kuştina Qasim Silêmanî ya ji alîyê Amerîka ve di rojeva Rojhilata Navîn de cîhekî girîng didomîne.

Îran li ser Amerîka her çiqas gefên tolhildanê bide jî, dewletên Rojhilata Navîn dixwazin tansîyonê daxînin xwarê.

Tirkîye û Rusya di ji vê bûyerê de nerazî ne. Her du dewlet jî dixwazin ku navbeynkarê çêkin loma Serokê Rûsya Vladimir Putin hat Enqerê û ligel Erdogan hevdîtin çêkir.

Tevî ku Îran Silêmanî wek lehengekî nîşan bide jî, gelek kes wî wek xwînrijekî dihesibînin.

Serokê Giştî yê Partîya Komunîst ya Kurdistanê, Sînan Çîftyurek dibêje ku destê Silêmanî di nava xwîna gelan de herîkîye.

“Silêmanî ne lehengek e, lê ew xwînrijekî mezin e. Ew berî her tiştî zilamê dewleta kûr ya Îranê ye û bi hezaran kes bi destê wî hatine kuştin. Jibo wî jî xwîna gelan di destê wî de hê zuha nebûye.”

Çîftyurek bi berdewamî dibêje ku ne tenê Amerîka, lê Îran j dewleteke emperyalîst e.

“Di alîyê emperyalîzmê de tenê Amerîka tê tawanbar kirin, lê divê em rastîya Îranê jî bibînin ku ew jî dewleteke emperyalîst e. Amerîka li dinê emperyalîst e, Îran jî li asta herêmê emperyalîsta herî mezin e.”

Çîftyurek pêşnîyar dike Kurd di krîza navbera Amerîka û Îranê de nabin alîgira kesekî û ew tenê berjewendîyên xwe biparêzin.

“Helwesta Kurdan ya li nav parlamana Îraqê gelek erênî dibînim,” Çîftyurek got.

ED_01_08_2020_S_Ciftyurek
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:47 0:00


XS
SM
MD
LG