Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Laleşa Ûsiv Ser Pirtûka Antolojîya Êşên Jinan Dipeyîve


Laleşa Ûsiv, Kurdish novelist
Laleşa Ûsiv, Kurdish novelist

Çîrokên 20 jinên Kurd, di pirtûka “Antolojîya Êşên Jinan” de hate weşandin.

Di vê pirtûkê de her jinek çîrokeke xwe nivîsîyê. Di nivîsan de li serborî û kîjan jinê bê temaşekirin, hema hema di hemûyan de êşek dîyar dibe.

Her çîrok di warê xwe de pirsgirêke jinê bi taybetîya xwe tîne ziman. Ev pirtûk antolojîyeke çîrokê zêdetir antolojîya êşan e. Serborîyên ku di serên jinan de derbaz bûne ew vanan yek bi yek di qûncikê bîra xwe de vedibêjin.

Di vê pirtûkê de 20 jin bi 20 çîrokan hemû êş û keserên dilên xwe derdixin û hestên xwe wiha radigîhînin:“

Her jinek xwedîyê çîrokekê ye; tu li serborû û jîyana kijan jinê binêrî, bêguman wê tê de êş xuya bike. Di çîrokan de lehengê êş kişandî hertim jin e. Jin stûna çîrokê ye, stûna çîroka jiyanê ye. Loma jinên nivîskar bi van berheman vê stûnê zexmtir kirine.”

20 çîroknivîsên vê pirtûkê ev in; Amîne Pîrozxan, Laleş Ûsiv, Sewda, Berfîn Dicle, Merwe Birîn, Vejîna Kurd, Evîna Hesen, Gulgeş Deryaspî, Gula Almastê, Nêrîman Yagiz, Umît Fatma Firat, Nesrîn Rojkan, Kurdîye Irgat, Yasemîn Elban, Hindo Ebdelo, Medya Bereket, Narîn Omer Seyfedîn, Leyla Mexso Berazî, Leyla Qadirî û Sultan Yaray.

Yej ji nivîskarên “Antolojîya Êşa Jinan” Laleşa Ûsiv e ku çîroka bi nave “Perîqa Qaqilbazê” nivîsîye.

“Ev pirtûk xebateke gelek baş e. Ji her alîyê Kurdistanê û her zaraveyî hun dikarin jina bibînin. Di pirtûkê de mijareke ne dîyar e, her kesî di dilê wan de çi derbaz bûye ew nivîsîne. Lê di dawîya 20 çîrokan de pirsgirêkên sereke yên jinan dîyar dibe. Evana yê civakî, yê olî, yê sîyasî hema hema her cûre pirsgirêk xwe didin der,” Ûsiv got.

ED_09_05_2022_Laleş_Ûsiv
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00

XS
SM
MD
LG