Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina 5 Çalakvanên Duhok li Dadgeha Hewlêr Hat Paşxistin


Dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr
Dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr
Dadgehkirina 5 Çalakvanên Duhok li Dadgeha Hewlêr Hat Paşxistin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00


Îro Sêşemê proseya dadgehkirina 5 çalakvan û mamosteyên parêzgerha Duhok li dadgeha 2 ya tawana li bajarê Hewlêr bo demek din hat paşxistin. Dihat çaverê kirin ku îro dadgeha 2 ya tawanan li Hewlêr biryara dawiyê derbarê 5 girtiyan bide, lê serokatiya dadgehê rûniştin paş xist.

Di preskonferansekê de parêzer Rêbaz Weso yek ji parêzerên her 5 girtiyan got "Îro jiber gelek daxwzname hebûn û paşketina di demê de, rûniştina dadgehê ji aliyê serokatiya dadgehê de bi biryarekê bo demek din hat paşxistin, em tekez dikîn ku hemî girtîyan ji aliyê yasayî de helwestek bihêz heye û ti belgeyeke yasayî li dij wan nîne ku diyar bike wan tawanek kir be."

Rûniştina dadgehkirina 5 girtiyên parêzgeha Duhokê ya vekirî bû, endamê rêxistina CPT û nûnerê UNAMI û Encûmena Asayîşê ya Herêma Kurdistanê û şandeke parlementeran ku ji 12 endam parlemenan pêk dihat û ji fraksyonên cûda amade bûbûn.

Heliz Ehmed endama Parelemena Herêma Kurdistana Îraqê got, "Li dadgehê 12 endam parlemen amade bûbûn, herwiha nûnerên rêxistinên mafên mirov û nûnerê UNAMI û nûnerê encûmena asayişê hebûn, heta astekî proseya yasayî û îdarî ya dadgehê baş bû, ya ku dimîne, biryara dawiyê ya dadgehê ye." Heliz Ehmed got.

Kesûkarên girtiyan li ber deriyê dadgehê amade bûbûn, bi hêvîya ku dadgeh biryara azad kirina girtiyan bide, keça yek ji girtiyan bi navê Govend Silêman got "Ev 11 meh in, min bavê xwe nedîtîye, daxwaza azadkirina wî dikim."

Ji hejî bîrxistinê ye ku di rûniştina dadgehê de ya ku hatî paşxistin bo demek din, girtiyên hatine tawanbar kirin ev bûn: Dr. Omer Xalid profesorê zanîngehê, endaziyar Ferset Ehmed, mamostayê dibistanê, Cemal Xelîl, Silêman Kemal xanenişîn û mamosteyê dibistanê Silêman Musa. Girtî bi tawana ku karê ajantî û sîxoriyê kirine û hewil daye aramiya niştîmanê têk bidin, hatine tawanbar kirin.

Dadgehkirina 5 Çalakvanên Duhok li Dadgeha Hewlêr Hat Paşxistin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

Raporta Hewlêr 13 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG