Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Çaran ya Şengalê Û Rewşa Ezidiyên li Kempa Midyadê


komek jinên Êzidî
komek jinên Êzidî

4'emîn salvegera komkujiya Şengalê li Amedê ji aliyê tevger û rêxistinên jinan çalakiya bêdengiyê hat lidarxistin. Jin dixwazin roja komkujiyê weke "Roja çalakiya li dijî qirkirin û komkujiya li ser jinan "were îlankirin".

Komkujiya Şengalê ya ku çekdarên DAIŞ'ê encam dayî, ji aliyê êzidiyan ve weke fermana 73êmîn tê binavkirin. Wek ku tê zanîn piştî êrîşa DAİŞê bi ser warê Êzidiyan, bi hezaran kes bûn aware û 4 hezar Êzidî hatibûn Tirkiyê jî.

Êzidî li Amedê, li Kempa Yenişehîrê diman. Lê piştî tayinkirina kayuman, kemp hat girtin û nêz'i 1200 Êzidî şandin Kempa Midyadê.

Rûniştvanê kempê Omer Mîrze, da zanîn neha tê xwestin Kempa Midyadê bigrin û penaberên li kmepê bişînin kempên ku li ser sînorê Sûrî tên avakirin. Ew dibêje Eziidyên li kempê di nav xem û fikaran de ne jiber ku naxwazin harin.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

Raporta Xecîcan Farqîn - Amerd 03.08.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:48 0:00

XS
SM
MD
LG