Di salvegera kuştina Jîna Amînî de bi dehan jinên Kurd bi pêşengîya Tora Tundîya li Hember Jinê û Platforma Jinên Dîcle û Amedê xwestin xwepêşandanek bikin û rejîma îranê şermezar bikin. Lê polêsên Amedê bi hiceta ewlehîyê demek dirêj jin asteng kirin.
Bi pêşengîya Şaredarîya Mezin a Amedê, Şaredarîya Peyas (Kayapinar) û ya Rezan (Baglar) du kreş hatin vekirin ku bi Kurmancî, Zazakî, bi Tirkî zarok wê perwerde bibin.
Li ser navê Diakurdê, evûqat Hişyar Ozalp û Ridvan Dalmiş prosa hiqûqî birêve dibin.
Narîn Guran, roja duşemê li gundê malbata xwe, Tavşantepe (Çolu) hate binaxkirin. Sedema kuştina narîn hin eşkere nebûye, heta niha 11 kes hatine girtin, lêkolîn û darizandina ser wê tawanê hêjî dom dike. Serokê Baroya Amedê pêzanînan dide.
Komelên mafê zarokan û DEM Partî li Amedê kuştina zaroka Kurd Narîn bi xwepeşandanek girseyî şermezar kir. Beşdaran xwest ku bûyera kuştina Narînê were ronî kirin. Lêgerîna Narîn 19 roj kişîyabû û do li newalekê di nava turikekê de mirî hatibû dîtin û îro hatibû binax kirin.
Bajarvanîya Mezin ya Amedê du hefte berê jibo welatîyên feqîr xwaringehek taybet vekir ku her roj jibo hezar kesî rojê danek çar cûre xwarin didin bi bihayek pir erzan.
Narîn Guran a 8 salî, piştî 19 rojan li newalek nêzî gundê ku lê dijî, di tûrikek de kuştî hate ditin. Otopsiya Narîn li Saziya Tiba Edlî ya Amedê didome. Hê jî sedema kuştinaê nehatîye ragihandin.
Li Amedê Jibo Roja Aşitîyê, bi pêşengîya Dayikên Aşitîyê, DEM Partî meşa aşitîyê pêkhat. Meş ji Taxa Ofîsê ber bi navenda bajêr, meydana Şêx Seîd (Dag Kapi) dewam kir. Dayikan banga aştiyê li rayedarên Tirkiyê kirin.
Bajarvanîya Rezan ya Amedê bo welatîyên li gundan dijîn dest bi kampeyna kontrola saxlemîyê kir û li gundê Hawarê doktor û hemşîreyên Kurd jin û zarok muayene kirin, li ser pençeşêra rehîm û pêsîrê agahî dan jinan, diranên jin û zarokan kontrol kirin, macûna diranan û firçeyan li wan belav kirin
Baxçeyên Hevselê di sala 2015'an de ket nav lîsta mîrasa cîhanî ya UNESCO'yê. Li van baxçeyan çandinîyek dewlemend heye, bi taybetî şînkayîyên weke xas, roka, bexdenûz, pirpar, rihan çêdibin. Hin jinên xizan jî li van baxçeyan gîya diçinin û dabara xwe bi vî karî dikin.
Kadîr Aydogmuş hezkirîyekî heywanan e ku ji 15 salan zêdetir e bi awayekî dilxwaz, bi piştevanîya xêrxwazan hemî kûçik û pisîkên bêxwedî têr dike. Heywanên li bajarê Amedê êdî Aydogmuş nas dikin û her çavê wan li rêya motora wî ye ku ji wan re xwarinê bîne.
Sîyasetvan, nivîskar û rewşenbîrê Kurd Tarik Zîya Ekîncî, li Amedê hate binaxikirin. Ekîncî yê ku rêhevalê Musa Anter bû, û di tevgerên Kurd ên salên 1970 û 1980î de çalak bû, gelek caran hate girtin û cezakirin.
Li cîya û zozanên Kurdan bi dehan maden hatine vekirin û ev yek jî bandoreke xerab li ser jîyana gundîyan û xwezayê çêdike. Raporta Xecîcan Farqîn ji Pasûrê ya Amedê, Zozanên Hesendînê
Hunermendê navdar yê Ermenî Aramê Tîgran, di 15'emîn salvegera mirina xwe de, li Amedê bi bernameyeke taybet hate bîranîn. Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê yê Ma Muzikê, li Mala Dengbêjan ji kilamên wî konserteke biçûk dan û behsa jîyan û xizmetên wî ên jibo muzîka Kurdî kirin.
Helbestvan Selîm Temo jibo piştgirîya Pîne Kafe li Amedê helbestên xwe xwendin û pirtûkên xwe îmza kirin. Pîne Kafe piştî biryara xizmetên bi zimanê Kurdî, bûbû armanca alîyê komên nîjadperest û dadgehê cezayê girtina li malê dabû xwedîyê wê, Ramazan Şîmşek.
Sitranbêja navdar Xecê, di serdana Amedê de ji Dengê Amerîka re got ku sitranên ku bandor li dilê wê kirine, heman bandorê li guhdarên wê jî dikin. Ew bawer dike ku medya civakî roleke mezin di başkirina hunermendan de dilîze û danûstandineke rasterast bi guhdaran re ava dike.
Li Amedê gundek tenê maye ku Ezdî li wir dijîn. Yilmaz Demîray yek ji Ezdîyên dawîn yên Amedê ye û ku ji bav û kalan ji gundê Baxçecikê ye. Demîray û dotmama wî Gozê bi xemgînî û kelegirî behsa Komkujîya Şengalê dikin.
Pirtir bar ke