Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sendîkavanê Navdar Îhsan Avci Qala Rojên Bin Karantînaya Koronayê Dike


Li Tirkîyê nêzîkî 100 hezar kes bi nexweşîya Covid-19 ketiye. Hejmara nexweşan jî her roj zêdetir dibe.

Di nav van nexweşên Covid-19 de gelek kesên nasyar jî hene.

Ji van yek kes jî Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Tendirustîyê (SES)’ê yê berê Îhsan Avci ye.

Îhsan Avci
Îhsan Avci

Avci demeke dirêj li Enqerê hem serkatîya SES’ê û hem jî di rêveberîya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) de cîh girtibû.

Di 26’ê Adarê de Avci hay jê dibe ku bi nexweşîya Covid-19 ketiye. Pêşî karantînaya xwe bi xwe li malê digire pîştî ku rewşa wî xirab dibe, diçe nexweşxanê û li wê derê radizê.

“Hevalekî min li Stenbolê hatibû ba me. Piştî ku ew vegerîya Stenbolê test kiribû û pozîtîf derketibû. Ser vî jî ez ketim gumanê û min jî test çêkir. Min dît ku ez jî pozîtîf im. Yekser min bergirîya xwe girt û pêşî li mal ketim karantînayê.”

Hevjîna Avciku bi xwe jî hemşîre ye, pêşî bergirî û karantînayê bixwe digirin, lê rewşa Avci dema xirabtir dibe wî yekser dibin nexweşxanê.

“Rastî ev nexweşî qet naşibe nexweşîyên din. Her derê min diêşîyan. 8 roj ez li nexweşxanê mam. Ji hemû karmendê tendirustîyê re spas dikem. Ez ana baş im û li malê di bin karantînayê de me.”

Rewşa Avci berbi başîyê ve diçe, lê rexnê Avci li ser sistema tendirustîya Tirkîyê ya tevahî heye.

“Wezareta Tendirustîyê her çiqas bêje ku her tişt di bin kontrola wan de ye, lê rastî ne wusa ye, gelek tişt belavele ne.”

ED_4_21_2020_Ihsan_Avci_Covid_19
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:22 0:00


XS
SM
MD
LG