Partîya Însan û Azadî (PÎA) di sala 2018’an de jibo damezirandina partîyê serî li Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê dabû, lê hîn jî destûra damezirandinê nehatiye dayîn.
Cîgirê Serokê Partîya Însan û Azadî, Murat Bozdemîr got ku heta niha ti bersîv ji serlêdana wan re nehatiye dayîn.
Bozdemîr got ku ew hatine Enqerê ku li pêşîya Wezareta Naxweyî dest bi çalakîyê bikin û bi partîyên sîyasî û rêxistinê demokratîk hevdîtin çêkin.
“Pêşî ji me re gotin ku bi postayê serî lêdin, me jî lêda. 32 meh derbaz bûn, lê ti bersîv nedan me. Me jî li ser vê yekê, doz vekir paşê jî ji me re gotin bi dest ewraqan radest bikin, me wiha jî kir. Du re jî gotin peyîvên Kurdistanê biguherînin, me ew jî kir. Lê hîn jî damezirandina me nehatîye pejirandin.”
Li gor rêvebirên PÎA’yê li hember wan hiqûqeke taybet tê meşandin.
“Sîstemeke wisa amade kirine ku ne diaxivin, ne hesab didin û ne jî pirsan qebûl dikin. Ew dixwazin Kurd di nav sîyaseta legal de cîh negirin. Ev sîstem di her warî de dixwaze pêşîya Kurdan bigire.”
Hêjayî balkişandinê ye ku di nava du salî borî de jimareke partîyên din li Tirkîyê hatine damezirandin, lê heta niha jî zelal nebûye ku çima destûr ji PÎA re nehatiye dayîn.