Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşker Musa Orhanê ku Destdirêjîya Îpek Er Kiribû Hate Berdan


Malbata Er
Malbata Er

Qîza Kurd ya bi navê Îpek Er, berî mehekê li gundekî bajarokê Bişêrî ya Batmanê gule berî xwe dabû û birîndar bûbû.

Keça Kurd ya 18 salî li pêy xwe nameyek hişt ku tê de behsa tiştên ku hatine serê wê dike û eşkere dike ku çima qesta canê xwe kiriye.

Li gor nameya Îpekê, dile wê ketiye Musa Orhan ku li qereqola gundê wan leşker e.

Orhan ew xapandîye û birîye bajarê xwe li wir bi zorê destdirêjî bi wî kiriye û paşê jî ew şandîye ser mala bavê wê.

Malbata wê çûye gilîya leşker kiriye, lê piştî ku dadgeh ti ceza nedaye Orhan, Îpekê nameyek nivîsî û got ku ew jiber kiryarên Orhan xwe dikuje.

Er di 18’ê mehê de li Batmanê li nexweşxanê mir. Orhan, piştî mirina Îpekê hate girtin, lê hefteyek di ser de neçû, piştî îtiraza parêzeran, ew îro Çarşemê hate berdan.

Baroya Sêrt û Batmanê li dijî biryara dadgehê dertek nîşan dan. Şandeyeke HDP'ê jî çû serdana malbata Er.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_08_26_2020_Berdana_Musa_Orhan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:11 0:00

XS
SM
MD
LG