Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê jibo Rêberê Hamasê Hanîyeh Merasîma Cenazeyê li Dar Xist


Merasîma Oxirkirina Hanîyeh li Îranê
Merasîma Oxirkirina Hanîyeh li Îranê

Îranê îro Pêncşemê jibo rêberê sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh, ku li Tehranê hat kuştin û pê re fikarên ser şerekî herêmî gur bû, merasîma cenazeyê çêkir.

Rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamaneyî tevî serokê nû yê welêt Mesûd Pizîşkîyan beşdarî merasîmê bûn.

Hanîyeh jibo merasîma sondê yê Pizîşkîyan serdana Tehranê kiribû ku Hamasê ragihand ku ewê li Qatar ya ku ew lê dima were binax kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Pêncşemê di serdana Mogolîstanê de ser kuştina Hanîyeh rastexwe ti şîrove nekir, lê jibo Rojhilata Navîn banga aramîyhê kir.

Blinken dîyar kir ku rêka Rojhilat Navîn ber bi gurbûna girjîyê ve diçe û got ku ew dikarin bi agirbestekê rê li ber tundûdûjîyê bigirin.

Wî got ew bawer dike ku ewê jibo danûstandinên agirbestê encameke serketî bi dest xwe bixin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres do Çarşemê dîyar kir ku kuştina Hanîyeh û kuştina fermanderekî Hizbulahê li Beyrutê bi destê Îsraîlê girjîya li herêmê bi awayekî metirsîdar gur dike.

Guterres dîyar kir ku divê hemî helwest jibo agirbesta Îsraîl û Hamasê bin û got ku tiştên ew dibîinin hewildanên ser zarardayîna li wan hedefan in.

Wî got ku divê hemî alî jibo aramîyê tevbigerin û qebûl kir ku di vê qonaxa krîtîk de aramî bi tenê kêm dimîne.

Îsraîlê roja Sêşemê li Beyrutê bi êrîşeke esmanî fermandarê payabilind yê Hizbulahê Fuad Şukur kuşt.

Tel Avîv dîyar dike ku berpirsê êrîşa 27’ê Tîrmehê yên li Girên Golanê, ku di encamê de 12 zarok û ciwan hatibûn kuştin, Fûad Şukr e.

Artêşa Îsraîlê kuştina Şukr ragihand ku lê ser kuştina li Tehran ya paytexta Îranê ti şirove nekir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî dîyar kir ku ewê bedelên êrîşên dijî wan giran bin, lê ser kuştina Hanîyeh neaxifî.

Berdevkê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî John Kirby roja Çarşemê got ku Amerîka bawer nake ku ewê şer li Rojhilata Navîn gur bibe.

Kirby dîyar kir ku ti nîşana raber dike ku girjî nêz e tuneye, lê got ku ew rewişa herêmê ji nêz ve dişopînin.

Wezareta Derve ya Amerîka bang li Amerîkîyan kir ku neçin Lubnanê.

Wê wezaretê berê bang li Amerîkîyan kiribû ku neçin başûrê Lubnanê ku wek keleha Hizbulahê tê zanîn.

Brîtanya û Australîa jî bi heman daxuyanîyan bang li hemwelatîyên Xwe kirin ku neçin Lubnanê.

Xamaneyî ser kuştina Hanîyeh soz da ku ewê bersîvê bidin û dîyar kir ewê ceza sert be.

Wî di malpera xwe ya fermî de ser Hanîyeh got ku ‘’mêvanekî hêja ya mala me’’ û got ku tolhildana wî erka wan e.

Baskê çekdar yê Hamasê, Tugayên Izedîn El-Qasam jî soza bersîvdanê da û dîyar kir ku ewê bandora kuştina Hanîyeh li Rojhilata Navîn bibe.

Kuştina Hanîyeh bi qasî 10 mehan li dû êrîşên 7’ê Cotmehê hat ku di wan êrîşên Hamasê de li başûrê Îsraîlê 1200 kes hatibûn kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatibûn girtin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dîyar dike ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha pirtir ji 39,400 Filîstînî hatine kuştin.

Ew wezaret eşkere nake ku ji wan kuştîyan çend sîvîl û çend çekdar in, lê Îsraîl dîyar dike ku di nav wan kuştiyan de bi hezaran çekdarên Hamasê hene.

Hanîyeh sala 2017’an bû berpirsê buroya sîyasî ya Hamasê û piştî ku ew sala 2019’an ji Gaza derket, li Qatarê wek sirgûn Dima.

Qatar, Misir û Amerîka jibo agirbesta Îsraîl û Hamasê çend mehan danûstandin kirin, lê wê peyvajoyê ku do Çarşemê rûda fikarên nû çêkirin.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Wezîrê Derve Antony Blinken roja Çarşemê bi Serokwezîrê Qatarê Şêx Mihemed bîn Abdulrahman Al Sanî re axifîye.

Li gor ragihandina wezaretê, Blinken behsa giringîya domandina danûstandinên ser agirbestê kiriye ku armanca wê serbestkirina dîlên li Gaza, sivikkirina êrîşên Filîstînîyan û çêkirina îstiqrarê ye.

Wezareta Derve ya Qatarê jî do Çarşemê ji X’ê ragihand ku ew ji xwe dipirsin ka ewê bi kuştina sîvîlan û kuştinkarîyên sîyasî danûstandinên ser agirbestê çawa bi ser kevin.

Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wê li Xan Yunisê êrîşên esmanî li dar xistine û li Refah û Gaza jî operasyonên bejayî meşandine.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG