Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Îranê li Ser Sûriyê


Li Sûrîyê heşt sal in, şerekî navxweyî didome. Serokê rejîma Sûrîyê Beşar Esad di nav heşt salan de piştî Rûsya, serdana Îranê kir.

Di serdana Beşar Esad ya dîplomatîk de, di nav heşt salan de du dewlet derdikevin pêş, ew jî, Rûsya û Îran in. Li gorî pisporan serdana Beşar Esat ya Îranê cîyekî girîng digre.

Sedema vê girîngîyê jî tên gotin ku bandora Îranê li ser Rojhilatanavîn derdikeve pêş.

Di vî warî de pisporê Rojhilatanavîn û rojnamevan Ozcan Tîkît, derbarê hêza Îranê û rolê wê di Rojhilatanavîn de disekine, dibêje bandora Îranê li ser hemû dewlatên Rojhilatanavîn heye, ji bo vê jî serdana Beşar Esat ya Îranê girîng dibîne û dibêje “Hêza Îranê ya Rojhilatanavîn em nikarin biçûk bibînin. Li ser gelek welatî xwe baş dîyar dike. Ana Sûrîye, Iraq, Lûbnan, Yemen û hin dewletên din rasterast di bin bandora Îranê de ne. Yê ku di bin bandora Îranê de nebe jî xwe li gorî sîyaseta Îranê rêkûpêk dike.”

Ozcan Tîkît vê bandora Îranê gelek berfireh nîşan dide û Tirkîye jî di vî warî de dibîne. Tîkît dibêje, di dema rêferandoma serxwebûna Kurdistana Iraqê de, piştî ku Îranê helwesta xwe goherand, Tirkîyê jî guherand.

“Di dema referanduma serxwebûna Kurdistana Iraqê de me hemûyan digot, heke serxwebûnek bibe yekem dewlet wê Tirkîye bipejirîne. Lê piştî ku Îranê beranberî serxwebûnê helwesta xwe goran Tirkîyê jî yekser polîtîkaya xwe li beranberî Hewlêrê bi awayekî dijayetî guherand, Ji bo vê jî di mesela Sûrîyê de Îran xwedî bandoreke mezin e.”

Rapora Eyyup Demir ji Enqerê 28.02.2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:06 0:00

XS
SM
MD
LG