Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî, piştî Washington jinûve karanîna toleyên Neteweyên Yekbûyî ragihand, îro Yekşemê peyivî u got ku Amerîka rûbirûyê têkçûnê ye.
Serokkomar Rûhanî di axaftineke di televîzyonê de got "Amerîka bi biryara xwe ya sizayan nêzîkî têkçûnekê dibe. Ew rûbirûyê têkçûn û bersîvdanek neyênî ya civaka navneteweyî ye. Emê ti carî serî li ber zextên Amerîka netewînin û Îran dê bersîvek xurt bide zordarîya Amerîka."
Nirxa dirava Îranê piştî daxuyanîya rêveberîya Trump ya roja Yekşemê li hember dolarê Amerîkî bi rengekî rekor daket xwarê. Îranê biryara nû ya sizayên Amerîka red kir û weke "nerewa û neqanûnî" bi nav kir.
Herwiha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja Şemiyê ji Konseya Civata Ewlehîya N.Y.'ê re got ku ew nikare li ser daxuyanîya Amerîka ti gav bavêje jiber ku dê xuya bibe ku bêbawerî heye" di derbarê mijarê de ku ne zelalî heye".
Sê welatên Ewrupa yên ku alîyên peymana navokî ne - Fransa, Brîtanya û Almanya، roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihandin ku biryareke an tevgereke ya bo jinûve karanîna sizayên Neteweyên Yekbûyî dê ne dadmendî be jiber ku Washington çarçova peymana navokî ya 2015'an ya di navbera Îran û hêzên cîhanî de hatibû îmze kirin wekî bingeh digire, lê Amerîka di 2018'an de, ji peymanê vekişîya bû.
Lêbelê, Trump plan dike ku fermaneke taybet ragihine ku desturhê bide wî ku ew li ser her kesê ku sizayên Amerîka yên dijî Îranê binpê dike, ew jî bihên sizadan.
Wezareta karên derve ya Îranê hewldanên Washingtonê wekî kiryarên pûç bi nav kir, û ragihand ku nêzîkbûna Amerîka jibo aştî û ewlehîya navneteweyî gefek mezin e û bo Civata Ewlehîya Netewên Yekbûyî jî gefek bêhempa ye.
Hêjayê birxistinê yê ku Washington ji sala 2018'an vir ve, li hemberî Îranê toleyên yekalî radigihine, ku dema digel daketina buhayê petrolê ku aboriya Îranê hildiweşîne û di heman demê de rêjeya herî bilin ya mirinên ji encama pamdemiya COVID-19 ya li Rojhilata Navîn bi 24,301 kesên mirî li Îranê hatiye tomar kirin, tê nirxandin ku rewşa aloz ya aborîya Îranê û mirnên ji encama vîrusa korona li wî welatî, sizayên Amerîka weke sedem tên nîşan dan.