Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Xezîne ya Amerîkî Hember Îranê Toleyên Nû Radigihîne


US
US

Wezareta Xezîne ya Amerîkî îro Pêncşemê toleyên nû hember du sazî yan kompanîyên Îranî û 45 kesên bi wan re peywendîdar ragihandin ku hember rikeberên rejîma Îranî, rojnamevanan û kompanîyên navnetewî yên rêwîtîyê kempeynên êrîşên înternetî pêk tînan.

Wezaretê da zanîn ku koma êrîşkarîya bi navê Advanced Persistent Threat 39 û kompanîya Rana Intelligence Computing Company ku her du jî bin kontrola hikûmeta Îranê ne, ketine lîsta cezayên Amerîkî.

“Rejîma Îranê Wezareta Îstixbaratê wek alaveke bi kar tîne ku sivîlên bêguneh û kompanîyên bê suc armanc bike û sîyaseta xwe ya bêîstiqrarkirina seranser cîhanê bidomîne,” Wezîrê Xazîne yê Amerîka Steven Mnuchin di daxuyanîyekê de got.

Wî got ku Welatên Yekbûyî bi biryar e ku pêşî li êrîşên wî rengî yên Îranê bigire ku armanc dike zararê bigehîne sektora rêwîtîyê ya cîhanî.

Wezaretê bi berdewamî ragihand ku 45 kesên ku tole li ser wan hatine danîn, xebatkarên kompanîya Rana ne û di wire de wek rêvebir, programçêker, pisporên heckkirinê dixebitin.

XS
SM
MD
LG