Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Peqîna Beyrutê ji Xwe re Dike Ders


Îraqê roja Pêncşemê ragihand ku ew dê li bendav û balafirgehan envantera hemî materyalên xeternak çêbikin piştî ku peqîna "Ammonium nitrate" ya ku li aliyê avê yê mînaya Beyrut bo sedema wêrankirina gelek cihan.

Komîteyek awarte ya bi serokatiya dezgeha parastina sînoran ya Îraqê got ku jibo wî karî ew hatine peywirdar kirin û divêt di 72 katjimêran da ew wî karî xilas bikin. Wan got armanc ew e ku bûyera li Libnanê çêbûyî li Îraqê nehêt dubare kirin.

Peqîna mezin ku bû sedema karesatek bêhempa li paytextê Libnanê jiber 2,750 tonên gûbreyê Ammonium nitrate rû da, ku bi salan e ew materiyal li bendavê hatîye embar kirin.

Karbidestekî ewlehîyê got, Ammonium nitrate di sala 2013an da bi keştîyek ku ala Moldavî li ser bû ji Gûrcistanê gihiştîye Libnanê. Wî her wiha got, keştî li ser rêya Mozambîqê bû.

Çend karbidestên ewlehîyê gotin rayedarên bendavê Ammonium nitrate ji keştîyê xalî kirin û kirin depoyeka ku dîwarên wê kelîşî bû. Piştî ku bêhnek nexweş ji depoyê hat hêzên ewlehiyê di sala 2019an da lêpirsînek dest pê kirin û di encamê da gotin ku divêt ew madê kîmyayî yê "xeternak" bihê rakirin, belê çi tişt nehate kirin.

Ew daxuyanî li Libnanê bû sedema hêrisbûnê ku ewqas Ammonium nitrate bo demek gelek dirêj li paytextê hatîye ragirtin.

Piştî protestoyên bi mehan dom kirî li dijî xirab rêvebirina aborîya di bin deynên giran da, helwesta çîna siyasî ya Libnanê pir xirab bibû. Li Îraqê jî xwepêşandanên girseyî çêbibûn sala borî dijî sîstema sîyasî jiber gendelî û nekêrhatina wan.

Germa havînê li Îraqê wê lawaztir dike li hember bûyerên peqînan yên materyalên xeternak û yên xirab hatine depo kirin. Peqînên bi wî rengî salên borî li Îraqê li cihên rûniştvan lê dijîn çêbibûn.

XS
SM
MD
LG