Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Libnan Ne bi Tenê Ye


Serokê Fransa Emmanuel Macron bi serdanek fermî îro Pêncşemê giha Beyrut. Macron yekemîn serok welate serdana Libnanê dike piştî peqîna li mînayê Beyrut pêkhatî û bûye sedema wêrankariyê li paytexta wî welatî.

Macron li firokxana navnetewî ya Al-Harîrî ji aliyê hevpîşeyê xwe yê Libnanî Michel Aoun ve hat pêşwazî kirin, di dema serdanê da Macron bang li desteya siyasî ya Libnanê kir da ku dest bi çaksaziyên lezgîn bikin.

Peqîna Beyrutê di demekî da pêkhat ku Libnan di rewşek aloz ya aborî da ku ti caran weha nebûye derbaz dibe û nakokiyên siyasî dom dikin.

Serokê Fransa, demek kurt piştî gehiştinê, peyvek pêşkêş kir û got, ew hêvî dikin ku ew peyama piştevanî û hevaliniya bi gelê Libnanê re bigehînin.

Emmanuel Macron serdana cihê peqînê kir û got ew dê hewil bidin "alîkariyên nêvdewletî rêk bixin" jibo Libnanê piştî ku jiber peqînê rastî zirarên gelek mezin hatî.

Macron nîvroya Pêncşemê giha Beyrutê û dema gehiştinê da ji hesaba xwe ya Twîterê bi zimanê Fransî û Arabî nivîsand "Libnan ne bi tenê ye".

Piştî peqîna 4ê Tebaxê li Beyrut gelek welatan di nav da Fransa tîmeên alîkariyê hinartine wî welatî, ku wêrankariyek mezin li paş xwe hiştiye, li gor berpirsên Libnanê sedema peqînê madê "Ammonium nitrate" e, ku 2750 tonên wî madey di embarekê da li aliyê mînayê Beyrut hatbûn embar kirin.

Wezareta Saxlemiya Libnanê û berpirsên wî welatî dan zanînin ku roja Pêncşemê jî tîmên hewar hatinê lêgerînan li jêr xirbeyan pêk anîn û heta niha 137 kes mirine û zêdetir ji 5000 kes jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG