Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îyî Partî Kongreya Awarte Dar Xist û Akşener Dîsa Wek Serok Hat Pejirandin


Di kongreya ya awarte ya Îyî Partî (Partîya Baş) de Lijneya Giştî ya Kargêrî ya bi 50 endaman hat hilbjartin û Meral Akşener wek seroka giştî hate pejirandin.

Partîya Baş di nav du salan de çar çû kongreya awarte, loma jî dibe armanca rexneyan, lê rêvebirên wê dibêjin ku ew li gor daxwazên girseya xwe kongeya pêk tînin.

Rojnamevan Gonul Gun dibêje ku Îyî Partî di nav xwe de hin serkeftin pêk tîne, lê qeyranên navxweyî jî gelek in.

“Ew tevî ku bi hin dirûşmên nû derkevin jî, wek beşeke nav MHP ne. Akşener û hemû damezrênerên wê hem netewperwerên Tirk in û hem jî paşverûtîyê dipejirînin.”

Gun îdia dike ku helwesta Îyî Partî ya derbarê pirsa Kurdî ji nêrîna MHP’ê ne cudatir e.

ED_08_05_2019_Iyi_Parti
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:12 0:00

XS
SM
MD
LG