Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyeke Tirk Dixwaze Sembolên Şêx Seîd û Seyît Riza ji Amedê û Dêrsîmê Werin Rakirin


Şêx Saîd û Seyît Riza

Partîya Vatan jibo nav û sembolên Şêx Seîd û Seyît Riza ji meydanan werin rakirin, serî li walîtîya Amed û Dêrsîmê da.

Li Amedê navê Meydana Derîyê Çîyê bi biryara Şaredarîya Mezin wek Meydana Şêx Seîd hatibû guhertin û li Dêrsîmê jî Meydana Kişlayê peykerê Seyîd Riza hatibû danîn.

Serokê Partîya Vatanê Dogu Perînçek di hevpeyvînekê de got ku "Şêx Seîd û Seyît Riza li hember Komara Tirkîye çek hildane loma ferqa wan ji FETO û PKK tuneye."

Kasim Firat
Kasim Firat

Kasim Firat, nevîyê Şêx Seîd û Rêvebirê Komela Şêx Seîd ji Dengê Amerîka re got ku hewilên Partîya Vatan kiryarên bê edeb in û Perînçek bi vî awayî dixwaze peyaman bide hin alîyan.

Komela Şêx Seîd, jibo eşkerekirina gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî, berî mehekê bi beşdarîya çend rêxistinên sivîl yên li Amedê komîsyoneke hiqûqê damezrandibû.

Kerem kin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00


XS
SM
MD
LG